Dema em di vî warî de li zimanê dagirkeran dinêrîn, dibînin ku herî zeda wan li ser gotinan lîstine û gotin guhezandine alaveke şer. Wek mînak gotina „kurd“ qedexe kirine, di wêjeyê de li cihê wê peyva „rojhilatî“ dane bikaranîn. Hemû hewldanên kurdan bi gotinên piçûkxistinê yên mîna „eşqiya, çete, terorîst, cudaxwaz, serokeşîr û hwd.“ binavkirine.
Dagikerên tirk bi taybetî jî di van sih salên dawiyê de li ser gotinan gelek lîstine. Heta lîsteyên bikaranîna hin gotinan ji rojnameger û nûçegiyanan re şandine û bi fermanê dane bikaranîn. Gelek caran ji ber hin gotinan berhemên polîtîk û wêjeyî jî qedexe kirine. Xwerû jî di vî warê gotinan de teroreke nayê hiş û aqilan meşandine.
Dîsa dagirkerên tirk li pêş navên rêberên gelê kurd hin rengdêrên nerênî yên reşkirin û piçûkxistinê wek „kujêrê zarokan, terorîst, sangole, cudaxwaz, sergerdeyê eşîran“ mîna alaveke şer dane gotinê. Ji bo piçûkxistin û reşkirinê jî, navên hemû gelan û kêmaran wek çêr dane rûniştin, mînak „Olan ermenî, olan kürd, lan durzî! Yunan dölü! ûhwd“
Di mijara bişaftinê de jî „gotin“ çeka herî bi bandor e. Herî zêde jî serkariyên tirk ev çek di warê bangaşiyê de bikaraniye. Wan ne tenê bi gotinan gel piçûkxistine, peyva tirk û netewa tirk jî mezin kirine û pîroz nîşan bidin. Hemû gotin û rengdêrên baş ji bo tirkan bikaranîne. Dîsa gotinên „Tek al, tek welat, tek ziman, tek dîn!...“ jî bi vê armanca şoven û faşîst tê bikaranîn.
Gelek kolomnîst, niviskar, rewşenbîr, qaşo pisporên televizyonên dagirkeran, ji bo ku bala kesan bikişînîn, yan jî bêlayanî, têrzanistî û aqildêriya xwe bidin pejirandinê, berê çend gotin yan jî çend hevokên bi gotinên sempatiya mirovan celb dike, dest pê dikin û li pey jî tiştên dixwazin bidin, yan jî mirovan bi wan bixapînin, pêşkêş dikin. Ev azîn hîna jî wek çekeke kêrhatî tê bikaranîn. Mixabin ku hem çapemeniya me û hem jî kesayetiyên kurd nivisên bi vî rengî di medya digîtal de pêşkêşên me dikin.
Mijara Rudawê
Dema em di ronahiya vê çarçoveyê de li gotinên ku RUDAW di nava nûçe û nirxandinên xwe de li dij Tevgera kurd ya Rojava, yan jî bi giştî li dij Tevgera Azadî bikartîne binêrin; piçek jî be, wan verisînin, em ê bikanin bi hêsanî bigihîjîn rastiya armanc û mîsyona wê torbendê. Ez dişopînim, gelek caran nivisê wan û ê çabemeniya AKP didim ber hev, bi qasê ku ez ji gotinên ew bê navber li dij Tevgera Azadî bikartînin têgihîştime, wan ta niha ne tenê bi hin nûçeyên aspargas û reşkirinê, bi gotinên nerênî û tewanbarkirinên bê bingeh, yan jî bê çavkanî hewldane ku Tevgera Azadî ji dil û çavan bixe. Wek mînak bê piştrastkirinekê belgeyî PYDê bi Esad re girêdayina wan(!).
Dema em li gotinên wan ên ji bo serkariya Tirkiyê bikartînin jî dinêrin, em dibînin ku mîna ev torbenda saziyeke dagirkeriya tirk be, yan jî rasterast beşek ji torbenda çapemeniya AKPê be, gelek gotinên di wateya rêzgirtinî û sempatîkî de derdixin pêş. Heta çapemeniya tirk jî bi qasê wan pesna serkariya tirk nade.
Tê zanîn ku A. Davutoglu xwînxwarên Daîşê wek terorîst û çete bi nav nake. Ew dixebite ku mîna bertekeke suniyên Iraqê yên demoralîzekirî nîşan bide. Rûdaw jî mîna ku fermana A. Davutoglu bicihbîne, yan jî wî during bike, gotinên erênî û hezkirindayînê ji bo çeteyên Daişê bikartîne. Di gelek nûçeyên wan de peyvên ji bo çete, sangole û xwînxwaren Daîşê tên bikaranîn gotinên gelek sempaîk in. Ango gotinên mîna „çekdar, şervan, berxwedêr“ bikartînin. Ev peyvên „çekdar, şervan û berxwedêr“ bi her awayî gotinên erênî û rewa nîşandayînê ne. Ango ew dixebitin ku wen wek tevgerên erênî, rewa û mirovî nîşan bidin. Dema kes, kom, hêz, yan jî torbendeke ragihandinê van gotinan bikarbîne, tê wê wateyê ku ew bi formekê piştgiriya van çete, xwînxwar û sangoleyan dikin. Ev jî destnîşan dike ku ev qaşo torbenda ragihandinê di xizmeta kê de ye û çima dijminahiya gelê kurd dike.
Bi gotineke kurt û kurmancî dema mirov hewl bide ku gotin û hevokên tên bikaranîn bi şêwazeke têgîhîştî analîz bike, yan jî fêm bike, mirov dikane karekter û pênaseya yê gotî jî bi zelalî derbixe. Divê mirov bi gotinan nexape, bi giştî lê binêre.
Gotin pênaseya mirov e
Gotin di wêje, polîtîka, têkilî, nîyet û pênaseya kesayetiyê de rasterast kilîta şiyana derûniya mirov e. Tavahiya rastiya mirov li ber çavan radixîne. Di şer de, xwerû jî di şerê psikolojîk de gotin çeka heri bi kêr e. Carna bi şêweyeke bi bandor bikaranîna wê, dikane gelek tiştan biguherîne. Gotin ne tenê sewyeya perwerdê, sinc û rawişta mirov, pozisyona mirovan ya civakî jî li ber çavan radixîne. Wekî mînak; gotinên şivanek, sangoleyek, zarokek, mezinek, kesekî/ê akademîker û ne xwende bikartînin ne wekî hev in.