Serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison bersiv da Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan û nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan ên li ser komkujiya Zelanda Nû da. Morrison ji bo gotinên Erdogan got, “li ser nefikiriye, kirêt in û mirovan pê diêşîne.”

Erdogan duşema bihurî bi daxuyaniyekê îdîa kiribû ku êrişa li Zelanda Nû li dijî Îslamê, li dijî wî û Tirkiyeyê ye. Erdogan bi taybetî gef li Awustralyayiyan xwaribûn û gotibû, aqûbeta eskerên di şerê Çanakkaleyê de hatin kuştin, wê bê serê wan jî.

Serokwezîrê Awustralyayê Scott Morrison got, “Gotinên Serokkomarê Tirk Erdoganî, Awustralyayî gelekî êşandin û di vê pêvajoya gelekî hesas de bêyî ku li ser bifikire axiviye.”

Serokwezîr Morrison ji bo gotinên ku Erdogan li ser komkujiya li Zelanda Nû şîrove kir, got ku gotinên kirêt in.

Morrison beriya vê daxuyaniyê li ser gotinên Erdogan bang li sefîrê bilind ê Tirk kir û lêborîna ku sefîrê bilind jê xwest, red kir.

Morrison got, “Ez li bendê me ku ev gotin werin îzahkirin û bên vekişandin.

Berî ku biryarên cuda wergirim, ez ê li benda bersiva hikûmeta Tirk bisekinim, lê dikarim vê bibêjim; alternatîf hemû li ser maseyê ne.”

 

ANF / SYDNEY