DENÎZ ÎKE / ANF / AMED
Folklora Kurdî bi dewlemendî, rengînî û dîroka xwe ya ku xwe dispêre dengbêjiyê tê naskirin. Mamosteya Govendê Nazê Duman derbarê govendê û çanda Kurdî de axivî.
Duman diyar kir ku di dîrokê de beriya ku ziman bi pêş bikeve mirovan bi şêwazê tevgeran fikir û ramanê xwe îfade dikirin û got:“Vê rêbaza ragihandinê paşê xwe weke lîstika reqsê û govendê nîşan da.“
Dîroka govendê xwe dispêre dengbêjiyê
Duman anî ziman ku dîroka folklora Kurdî xwe dispêre dîroka dengbêjiya Kurd û wiha axivî: “Rengê jiyana civakê li her deverê cuda ye. Her dever jî li gor çanda xwe jiyana xwe berdewam dike. Gelê Kurd jî gelekî çiyayî ye û li gorî sirûşta çiya dîroka xwe xemilandiye. Dengbêjên Kurd ên nemir bi awazên xwe yên xweş dîroka Kurdan ya ne nivîskî bi awayekî devkî heta roja me ya îro anîne. Dîroka folklora Kurdî jî xwe dispêre dîroka dengbêjiyê. Govendgerên Kurd bi bi çîrok, listîk, cil û bergên xwe çanda Kurdan parastiye. Lewma heta roja îro hatiye. Çanda govendê û dengbêjiyê bi hev re girêdayî ye. Her demê gelê Kurd li ber klamên dengbêjan govend gerandine.”
Xwe bi govendê îfade dikin
Duman dest nîşan kir ku di her govendekê de çirokek heye û wiha pê de çû: “Di dîrokê de beriya ku ziman bi pêş bikeve mirovan bi şêwazê hereketan fikir û ramanê xwe îfade dikirin. Piştre ev bû weke reqs û govendê. Mirovan bi demê re bi govend û reqsê bahsa kar û daxwazên xwe dikir. Gelek caran jî hestên xwe bi govend û reqsê îfade dikirin. Ji ber ku gelê Kurd xwedî dîrokek kevnar e, di hemû civaka Kurd de bi govendê hestên xwe dianîn ziman. Gelê Kurd çoşa xwe ji govend û klaman digre. Dema ku bûkê ji mal derdixin, govendê digerînin. Di heman demê de dema ku keçek ji xortekî hezdike hest û evîna xwe bi govendê tîne zimên.”
Her yek xwedî çîrok e
Duman anî zimên ku folklor zanista gel e û got: “Di dîrokê de mirovan govend wek ziman bi kar aniye.“ Duman destnîşan kir ku hemû lîstikên herêmên Kurdistanê hînî xwendekarên xwe dikin û wiha pê de çû: “Em li kîjan herêmê qûrsên foklorê vekin destpêkê lîstikên wê herêmê em hînî beşdaran dikin. Piştre hemû lîstîkên herêmê hînî xwendekarên xwe dikin. Hemû lîstikên foklorê yên herêmên Kurdan li gorî herêma xwe cuda û dewlemend in. Sê komên me yên foklorê hene. Komeke xweser ya jinan heye. Her du mehan em lîstika herêmekê hînî xwendekarên xwe dikin. Ya herî girîng jî goven bala ciwanan dikişîne û eleqeyeke baş nîşan didin.”