Bulut piştî derxistin pêşberî hatibû girtîn û 3 salin girtî tê darizandin. Îdîanameya der barê Bulut de hate amakirin temam bû. Bulut bi îdîayên "Li gel endamê rêxistinê nîn e li ser navê rêxistinê sûc kir", "Li hemberî zagona meş û çalakiya ya hejmara 2911'an muxalefet kir" û "Propagandeya rêxistinê kir" dê di 2'yê gulanê de cara 17'emîn li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derbikeve pêşberî dadger. Di dosyayê de delîlê herî şênber puşiya ji aliyê gelê herêmê ve tê bikaranîn e. Di lêgerîna li ser Bulut hate kirin de lênûska wî ya têkildarî mijarên rojane de nîşe heyî hate dîtin û ev yekê ji bo Bulut 3 salan di girtîgehê de bimîne têrê kir.

Bulut ê ruyê wî girtî û di stuyê wî de qemera!

Di îdîanameyê de hate diyarkirin ku di 5'ê kanuna 2009'an de li navçeya Rezan a Amedê ji bo balê bikşînin ser rewşa tenduristiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî pêk hat û pişt re li duryên Alay û Kuruçeşmeyê bûyer derketin û ciwanan wesayîta tê îdîakirin nexweş têda bû rawestandin. Di vê demê de Zeynel Abîdîn Bulut ê ku ruyê wî girtî û di stuyê wî de qemera heyî ji ajokarê wesayîtê re got "Nexweşê çi, niha dora neşxweş nîn e?" careke din rê bi konteyniran girt. Hate îdîakirin ku di mudaxeleya polîsan de dema Bulut reviya hate girtin.
Lê Zeynel Abîdîn Bulut ji bo hevsera xwe ya li Nexweşxaneya Zayînê ya Jinan a nexweşa zayînê Gulîstan Bulut xwarinê bîne ji nexweşxaneyê derket. Parêzerên Bulut raporên nexweşxaneyê pêşkêşî dadgehê kirin û di dosyayê de cih girtin. Di girdeka lêpirsînê de Bulut têkildarî bûyerê de wiha agahî dabûn: "Ez li Kuruçeşmeyê ji bo li xwaringehê xwarinê bidim çêkirin disekînîm. Ez ji Nexweşxaneya Zayînê ya Jinan hatim û min dê xwarin ji hevsera xwe Gulîstan Bulut re biriba. Dema ku ez derbasî aliyê din ê rêyî bûm min dît ku rê bi konteyniran hatiye girtin. Lê min tu qelebalik nedît. Lê min 100-150 metre dûrahiyê avêtina fîşekên hewayî dîtin lê bala min nekêşand. Lê dema ku ez derbasî aliyê din ê rêyê bûm bi darbeyekê ez ketim erdê û polîsan destên min kelepçe kirin. Pişt re ez birim Şaxa TEM'ê ya polîsan. Li vir ez hînbûm ku bi hinceta ez tevlî çalakiyê bûm e hatime binçavkirin. Parçeyê putê li cem min puşiya herêmî ye. Ji bo ku ez xwe ji sermayê biparêzerim ez hildigirim."

METÎN ÎNAN - DÎHA/AMED