Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên kurdan û neçareserkirina pirsgirêka kurd hatibû destpêkirin ji doh ve li 13 girtîgehan dewam dike. Kongreya Civaka Demokratîk KCD, bang li dewleta Tirk kir ku li hemberî grêvên birçîbûnê hestyar be. BDP jî ku xwest Wezareta Dadê li girtiyan guhdar bike.
Grêva birçîbûnê ku ku li du girtîgehên Amedê û du girtîgehên Kandirayê, Sêrt û Boluyê hatibû destpêkirin, di roja 13´emîn de bi tevlîbûna 7 girtîgehên din belav dibe. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyaniyek da û diyar kir ku ji 24´ê Îlonê 2012´an û pê ve girtîgehên Bakirkoy, Edîrne, Erzirom, Midyad, Mêrdîn, Silîvrî û Rîzeyê jî çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Ji bo piştgiriya çalakiya grêva birçîbûnê ku li 13 girtîgehan dewam dike, girtiyên din jî bi derneketina hevdîtinan piştgiriyê didin.
Denîz Kaya rojên borî daxuyaniya ku dabûn de aşkera kiribû, li şûna dewlet bersivê bide daxwazên wan, bi operasyonên leşkerî û siyasî pêvajoyê gurtir dike û her wiha balkişand ser polîtîkayên sirgûnkirinên girtiyan yên di demên dawî de zêde dibin. Kaya bang li gelê kurd jî kiribû ku bi çalakî û serhildanan piştgiriyê bidin.

Malbat jî piştgirî dan
Malbatên girtiyan jî ji bo balê bikşînin ser grêva birçîbûnê çalakiyan lidardixin. Endamên TUHAD-DER'a Sêrtê ji bo ku balê bikîşîne ser grêva birçîbûnê ya li girtîgehan û tecrîda li ser Ocalan li ber Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê daxuyanî da çapemeniyê. Tevî xizmên girtiyan, rêveberên TUHAD-DER'ê, Hevseroka BDP'ê Dîlber Sevîm, Seroka Şaxa ÎHD'ê Vetha Aydin, Dayîkên Aştiyê, nûnerên MKM, MEYADER´ê girseyeke qelabalix tevlî daxuyaniya çapameniyê bûn.
Serokê TUHAD-DER'ê Îrfan Baykara daxuyanî xwend û anî ziman ku ligel hemû hişyariyan li girtîgehan tecrîd, îzolasyona, binpêkirinên mafên mirovan û zext berdewam dikin. Baykara destnîşan kir ku ji encamên nebaş yên gengaz û mirinên rû bidin wê hikûmeta AKP´ê berpirsyar be.
Ji aliyê din ve li navçeya Agirî Bazidê jî TUHAYD-DER´ê daxuyaniya çapameniyê da. Di daxuyaniyê de malbatên girtiyan bang li Wezareta Dadê kirin ku tecrîda li Îmrali û hemû li girtîgehan bi dawî bike, girtiyên nexweş derman bike û daxwazên girtiyan bi cîh bîne. 

DÎHA/AMED




BDP: Li girtiyan guhdar bikin

Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji bo girêva birçîbûnê ya li girtîgehan ku ev du hefte ne dewam dike bang li Wezareta Dadê kir û xwest wezaretê berpirsyariyên xwe bi cîh bîne.
Alîkara Hevserokê BDP ya ji Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Meral Daniş Beştaş, der barê girevên birçîbûnê yên girtiyên PKK û PAJK´ê ji 12´ê Îlonê ve dane destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî da. Beştaş destnîşan kir ku çalakiya grêva birçîbûnê ya li girtîgehan bi tevlîbûnên nû dewam dike û weha got: "Dema em kirinên di dema 12´ê Îlonê de li girtîgehan pêk hatin şermezar dikin, divê em kirin û pêkanînên li dijî mirovahiyê yê îro li girtîgehan pêk tên jî bi dengekî bilind bînin ziman. Lê ev pêk naye û dengê bilind dibin jî dixwazin bi sansûrê asteng bikin. Em bang li hikûmetê dikin ku vê berxwedana li girtîgehan bibîne, polîtîkaya tecrîdê bi dawî bike û bêhiqûqiya rû dide bi awayekî lezgîn bi dawî bike." Beştaş, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bibe xwest ku Wezareta Dadê heyetekê saz bike û ev heyet demek berî demekê bi girtiyên li girtîgehan re dest bi hevdîtinan bike û pirsgirêkên heyî çareser bike. Beştaş got, "Eger gavên pêwîst neyên avêtin û pirsgirêk neyên çareserkirin, ji mirinên gengaz ku rû bidin yekser Hikûmeta AKP´ê berpirsyar be."

ENQERE




Çareserî di diyalogê de ye


Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo grêva birçîbûnê ya li girtîgehan banga hestyariyê kir. KCD´ê ji bo rê li aştiyê were vekirin xwest hevdîtin ji nû ve werin destpêkirin.
Meclîsa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) piştî 6'emîn Kongreya xwe ya di 15-16'ê Îlonê de pêk anî di 22'ê îlonê de civîna xwe ya yekemîn li dar xist.  KCD'ê encama civînê bi daxuyaniyekê eşkera kir. Di encamnameyê de rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şer û pevçûnên li Kurdistanê, berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan û rewşa Rojavayê Kurdistanê hate nirxandin.
Di encamnameyê de hate diyarkirin ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe pirsgirêkên din jî çareser nabin û wiha gotin: "Azadiya gelê Kurd azadiya Rojhilata Navîn e. Li şûna ji destkeftiyên Kurdan bitirsin divê piştgirî bê dayîn. Li şûna yekîtî bê parastin zext û êrîşên li dijî gelê Kurd zêde dibe û ev jî aloziyê zêde dike. Parlementer, rêveber û avahiyên BDP'ê dibin hedefa êrîşan. KCD van êrîşn şermezar dike. Daxuyaniya BDP'ê ya paratina rewa mafdar dibîne. AKP weke berpirsiyariyê yekem ya aloziya ku rû dide dibine."

Berî her tiştî hevdîtin
KCD'ê ji AKP'ê xwest li şûna polîtikayên êrîşkarê dest bi polîtikayên çareseriyê bike û berî her tiştî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bike. KCD'ê xwest pêvajoya muzakere û diyalogê ji nûve dest pê bike û daxwazên Ocalan ên azadiya fîzîkî, ewlehî û tenduristiyê bicih bînin.

Gavên çareseriyê destnîşan kir
KCD'ê biryarên ku girtin wiha rêz kir: “Divê berî her tiştî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Brêz Abdullah Ocalan bê bidawîkirin. Divê mafê parastina zimanê zikmakî û perwerdehiya Kurdî bê dayîn. Divê daxwazên girtiyên ku ketine gireva birçîbûna bêdem û bêdorveger bên qebûlkirin. Divê hemû sazî û dezgehên demokrasî û mafên mirovan diparêzin piştgiriyê bidin daxwazên girtiyan. Redkirina parastina zimanê zikmakî û perwerdehiya zimanê zikmakî li dijî mafên mirovan tê qebûlkirin. Kesên mafê perwerdehiya zimanê zikmakî qebûl neke nikare red jî bike. Di vê pêvajoya çareseriyê de yekîtiya neteweyî êdî bi awayekî lezgîn lazim e. KCD'ê biryar daye ku xebatê Konferansa Neteweyî bi lez bike. "

Xebatên dema pêş
Ji bo parastina bawerî û çandên cuda biryar girtine ku konferansa Elevi û Ezdiyan pêk bîne. Hewldana 78'an ji bo Girtîgeha Amedê bibe muze wê di 30'ê Îlonê de bi tevlêbûna Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk mîtîngê pêk bîne. Di 13'ê Cotmehê de li Amedê komxebata tenduristî û jinê û di 21-22'ê Cotmehê de Komxebata Tenduristî û bajarvaniya Wanê bê lidarxistin. 

DÎHA/AMED