Bi hezaran girtiyên PKK’yî û PAJK’î yên li zindanên dewleta Tirk ragirtî ne, doh dest bi girêva birçîbûnê ya sê rojan kir. Daxwaza girtiyan ew e ku tecrîdkirina Ocalan were bidawîkirin û girtiyên nexweş bên berdan.

Li ser navê bi hezaran gritiyên PKK’yî û PAJK’î yên li zindanên Tirkiyeyê, Denîz Kaya heftiya bihurî daxuyaniyek da û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tehdeya li ser gritiyên nexweş.

Denîz Kaya ragihandibû ku ji 12’ê Îlonê ve ew ê bi mebesta hişyarkirinê dest bi grêva birçîbûnê ya 3 rojan bikin. Girtiyan çalakiya xwe doh da destpêkirin û sibe çalakî wê bi dawî bibe.

 

NAVENDA NÛÇEYAN