Li ser navê platformê Mutlu Can daxuyanî da û got, gelê Kurd bi dehan sal e ji bo hêmana hebûna xwe ya herî girîng zimanê xwe biparêze têkoşiya. Serdema perwerde û hînkariyê ya nû destpê kiriye, em dixwazin li her warê jiyanê zimanê dayikê bikeve rojevê. Ji lewra mijara ku mamostayên zimanê Kurdî nayên tayînkirin em ji pirsgirêka têkildarî zimanê dayikê cuda nabînin.”
Can bi bîr xist ku Tayyîp Erdogan ê weke Serokkomar hatiye hilbijartin û bi awayekî fiîlî Serokwezîrtiyê jî dimeşîne, di daxuyaniyên xwe yên 2012’an de anîbû ziman ku Kurdî di bernameya Wezareta Perwerdeya Milî de cih digire û got, ji ber ku ew soz nehatine bicihanîn ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin. Can got, heta tayînkirina mamosteyên Kurdî diyar bibe ew ê çalakiya xwe dewam bikin û weha dawî li axaftina xwe anî “em bi biryar in, zimanê me yê dayikê xeta me ya sor e.”
MÊRDÎN