Greva birçîbûnê ya ji hêla endamên TUHAD-DER’ê ve li Amedê hatibû destpêkirin jî berdewam dike. Çalakvanê li Amedê duh beşdarî pirozbahiya Newroza Amedê bûn û dure çalakiya xwe berdewam kirin.
BAZÎD: Greva birçîbûnê ya di avahiya BDP’a Bazîda navçeya Agiriyê de ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgehan hatigû destpêkirin, berdewam dike. Çalakiya grevê ya bêden û dorveger ya ji hêla BDP’ê ve hatibû destpêkirin, ji hêla Endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ve berdewam kirin. Her wiha gel jî bi ziyaretan piştgiriyê dide çalakiya grevê. Grev dê îro ji hêla komek nû ve bê dewrgirtin. 
ÎZMÎR: Çalakiya grevê ya ya 2 rojan a ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dawîkirina operasyonên siyasî û leşkerî ya ji hêla BDP’a Îzmîrê, BDP’a Gazîemîra û Urlaya ya Îzmîrê ve hatibû destpêkirin, çalakiya xwe dewrî navçeyên Çîglî û Narliderê kirin. Çalkvanên di grevê de, çalakiya xwe bi çepik û tîlîliyan dewrî koma nû kirin.
AMED: Greva birçîbûnê ya ji hêla TUHAD-DER’a Amedê ve ya bi armanca ‘Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî’ û ji bo piştgiriya grevên bêdem û bêdorveger yên li girtîgehan hatiye destpêkirin, berdewam dike. Çalakvanên greva birçîbûnê duh çalakiya xwe li qada Newroza Amedê berdewam kirin.

 NAVENDA NÛÇEYAN