Li ser navê hepsyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya li ser hevdîtina bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da û got: “Em dixwazin ragihînin ku berxwedana me ya greva birçîbûnê ku ji bo azadiya Rêberê me dest pê kiriye, wê bidome.”

Daxuyaniya Kaya wiha ye:”Di vê demê de ku em di nava pêngavên azadkirinê yên têkoşîna azadiyê de ne, em berxwedana xwe ya bi dirûşma ‘faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bişikînin û Kurdistanê azad bikin’ mezin dikin. Em radigihînin ku berxwedana xwe ya greva birçîbûnê ku me ji bo azadiya Rêberê xwe û afirandina şert û mercên azad dane destpêkirin, em ê bidomînin. Divê were zanîn; hevdîtina ku 12’ê Çileyê Rêberê me bi birayê xwe re kir, têra çarçoveya berxwedana me nake û pêkhatina hevdîtinekê nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Em, hepsyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li hepsên Kurdistan û Tirkiyeyê, gelekî kêfxweş in ku agahî ji Rêberê xwe girtine. Lê belê divê bê zanîn, em ê bi şerê taybet ê faşîst ê AKP-MHP’ê nexapin. Em di xeta felsefîk îdeolojîk a Rêberê xwe de bi hişmendiya azadiyê berxwedana xwe geş dikin.

Li pey hesabên erzan e

Denîz Kaya balkişand ser pergala dîktator a AKP-MHP’ê û got, Hikumeta AKP’ê ku li pêşberî berxwedana me ya geşbûyî tengav bûye, roja Şemiyê destûra hevdîtinê da ku ev yek jî tê wê wateyê ku tengav bûye. Eger hikumeta AKP-MHP’ê dixwaze îspat bike ku bi vê hevdîtinê re ne li pey hesabên erzan e, divê bike ku hevdîtinên bi Rêberê me re bi rêk û pêk werin kirin, şert û mercên kar û jiyanê yên azad biafirîne, naxwe divê zanibin ku em ê bi polîtîkayên wiha erzan nexapin.Bi rêya birayê wî hevdîtin bi Rêberê me re hate kirin, lê belê ev hevdîtin di nava şert û mercên tecrîdê de hate kirin. Yanî tecrîd hîn jî dewam dike.

Em evîndarên rastiyê ne

Deniz Kaya di dawamê de got,Bi navê hepsyên ji doza PKK û PAJK’ê niha 226 hevalên me di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Bi taybetî Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ev 68 roj in bi biryardarî li ber xwe dide. Divê faşîzma AKP-MHP’ê baş zanibe ku em evîndarên rastiyê ne, yekane heqîqeta me jî Rêberê me ye. Ji ber vê yekê bi milyonan mirov li dora heqîqeta me li hev civiyane û serî hildane. Em ê nîşan bidin ku wê nikaribin bi milyonan mirovî tecrîd bikin. Lewma em bang li parêzvanên demokrasiyê, nivîskar, akademîsyen û rewşenbîran dikin ku li ber faşîzmê rabin û li ber xwe bidin. Em bang li gelên cîhanê hemûyan dikin ku bibin dengê berxwedana zindanan. Berxwedana me wê bi ser bikeve.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN