54  rewşenbîr, nivîskar, çalakvanên siyasî, rojnamevan û hunermendên ji Başûrê Kurdistanê li ser hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, xelkê sivîl ê Şêladizê û derdora wê, 26’ê Çileyê 2019’an li dijî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û xwest, baregehên hêzên Tirkiyeyê ji xaka Kurdistanê bên derxistin.

Cesaret dan dewleta Tirk

Rewşenbîr û çalakvanên siyasî diyar kirin, ne saziyên hikûmeta herêmê ne jî desthilata PDK’ê li pişt gelê xwe nesikînin û got, “Piştî vê bûyerê serokê hikûmeta herêmê di daxuyaniyekê de gefên tund li xwepêşandêran xwarin û hincet ji êrişên rejîma Erdogan re çêkirin. Dezgehên desthilatê yên li Dihokê yekser bi dehan çalakvan û rojnamevan li seranserê Behdînanê girtin. Saziyên ragihandinê girtin û xebatkarên çapemeniyê asteng kirin. Niha jî gelê Behdînanê bi taybetî çalakvan ji ber helwêsta dezgehên ewlehiyê û sîxurên MÎT´a Tirk di bin tehlûkeyê de ne.”

Di dewama bangawaziyê de ev daxwaz hatin kirin:

“Em daxwazên xelkê deverê rewa û qanûnî dibînin. Ev daxwaz daxwazên tevahiya xelkê Kurd û Kurdistanê ne. Lewma em daxwazê li we dikin:

  • Rejîm û dewleta Tirkiyeyê gunehbar bikin, bingeh û qereqolên leşkerî û sîxurî yên wan ji xaka Kurdistanê derxînin.
  • Hemû çalakvan û rojnamevanên girtî yên li Behdînanê azad bikin û sînorek ji bo dezgehên asayîşê yên hikûmeta herêmê diyar bikin”.
 

NAVENDA NÛÇEYAN