BERHEM LATÎF / ROJNEWS

Çavdêrê siyasî Burhan Şêx Rauf li ser peyama dawî ya Rêber Apo peyivî û got, ger dewleta Tirk guh nede peyama Ocalan, wê di qada navnetewî de zirarê bibîne. Burhan bang li aliyên Kurdistanî jî kir da ku ji bo pêvajoya aştiyê kar bikin.

Ocalan rûyê aştiyê yê Kurdan e

7’ê Tebaxê, parêzeran li Îmraliyê Rêber Apo dîtibûn û Ocalan di hevdîtinê de cejna aştîxwaz û demokrasîxwazan pîroz kiribû û weha gotibû: “Ez dixwazim ji bo gelê Kurd cihekî çêkim, werin em bi hev re pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ez dibêjim, ez dikarim di nava hefteyekê de ihtimala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim, ez bi xwe bawerim. Ji bo çareseriyê amade me. Divê dewlet jî ya dikeve ser milan pêk bîne.”

Li ser peyama Ocalan çavdêrê siyasî Burhan Şêx Rauf jî got; “Ev ne cara yekeme Ocalan bangên bi vî awayî dike. Peyama Ocalan bi taybet di vê rewşa niha ya Rojhilata Navîn û Tirkiye tê de, xwedî giringiyeke taybete. Ji bo vê pêwîste guh bidin peyama Ocalan û aştî pêkwere. Peyama Ocalan bersiveke ji bo dewleta Tirk ya ku PKK’ê weke aliyê şer dixwaze bi nav bike. Ev peyama Ocalan rûyê aştî yê Kurdan nîşan dide. Bi vê re Kurd dixwazin bi rêya danûstandin û guftugoyan pirsgirêkan çareser bikin. Ger Erdogan sud ji peyama Ocalan negre, wê di qada navnetewî de zirarê bibîne.”

Ji bo çareseriyê zorê li dewleta tirk bikin

Di dawiyê de jî Burhan bang li aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir û got; “Çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê, wê beşekî pirsgirêk û qeyranên Kurdan yên li parçeyên din yên Kurdistanê jî çareser bike. Ji bo vê pêwîste rêveberên Kurd, ji bo ku pirsgirêk çareser bibe û pêvajoyek aştiyê destpê bike zorê li dewleta Tirkiyeyê bikin.”