LUQMAN GULDIVÊ


Helbestvan Yûsif Berazî bi navê hunermend Bêbuhar, yek ji şagirtên sereke yên Cigerxwîn bû û helbestên wî bi xêra hunermendên mîna Mihemed Şêxo û Seîd Gebarî li seranserê Kurdistanê belav bûn û tên nasîn. Bêbuhar di 8ʹemîn salvegera wefata xwe de li bajarê Rojavayê Kurdistanê Serêkaniyê hat bibîranîn.

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Helbestvanê Kurd Yûsif Berazî bi navê xwe yê helbestvaniyê Bêbuhar, di 8ʹemîn salvegera wefat wî de bi bîr anîn. Bêbuhar 15´ê Çileyê 2009´an li serêkaniyê rehmet kiribû. Merasîma bîranînê li navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî ya li bajarê Serêkaniyê bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîr, helbestvan û kesayetên ji Kantona Cizîrê hate lidarxistin.

Merasîma bibîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê li ser navê malbata Helebstvan Bêbuhar, Azad Berazî axivî û malavahiya Yekîtiya Rewşenbîran û hemû beşdaran kir.

Ji berhemên wî guldesteyek

Di dewama merasîmê de Endamên Çand û Hunerê yê Serêkaniyê li ser jiyana Bêbuhar axivîn û jiyan û berhemên wî vegotin. Paşê jî sînevizyona li ser jiyan û berhemên wî, hate nîşandan. Piştre dengbêj Mihemed Elî Şakir, hem Bêbuhar û hem jî hunermend Mihemed Şêxo bi vegotina awazên wî yên ji helbestên Bêbuhar, bi bîr anîn.

Helbestvana jin Enahêt Sîno jî helbesta "Heps û Zindan", helbestvan Tewfîq Silêman helbesta "Dikim fîxan ji derd û kula can û ceger" pêşkêş kirin. Her wiha Ibrahîm Şakir jî di salvegera bîranîna helbestvan Yûsiv Berazî de helbesta xwe ya bi navê "Bêbuhar" xwend û diyarî malbata wî kir.

Hunermendekî pirralî

Bêbuhar ne tenê di hunerekî de lê gelek di huneran de hoste bû. Helbestvanê ku di heman demê de stranbêj û hunermend jî bû, belkî herî zêde bi helbesta xwe ya "Hebs û Zindan" navdar e, ku bi newa û dengê Mihemed Şêxo û bisqa wî hîna jî di guhên Kurdî olan dide. Bêbihar ev helbesta hanê di zindaneke rejîma Sûriyê de li ser dîwarê hepsê nivîsiye. Di rastiyê de ev helbest pêşî Mehmûd Ezîz Şakir kiriye stran û gotiye. Ji bilî vê helbestê ev helbestên han jî yên Bêbuhar in ku bi stranan gihiştine ber guhên xelkê Kurd:

"Rabe ji xewê", gotin û awaz jî yên Bêbuhar in. "Şîn bû rîhan", gotin û awaz jî yên Bêbuhar in. "Eman dilo", gotin û awaz jî yên Bêbuhar in. "Gulîzar", gotin û awaz jî yên Bêbuhar in. "Dilê min her bi axîn e" gotin ên Bêbuhar in, awaz jî ya mamoste Mihemed Elî Şakir e. "Şêrîn tu cînara min î", gotin yên Bêbuhar in û awaz ya M.M. Elî Şakir e. "Koçê mi bar kir", "Hat xweş buhar", "Bê bext felek" gotin yên Bêbuhar in û awaza hersêyan jî ya Seîd Gabarî ye.

"Ez helbestvanekî klasîk im"

Bêbuhar ji bo xwe gotiye, "ez helbestvanekî klasîk im" û di hevpeyvînekê de hin şîretan li nifşên nû yên nivîskar û helbestvanên Kurd dike: "Berhemên kêm lê baş û giran ji berhemên zêde lê nizim û xirab baştir in. Guh bidin ziman, rênivîs û rêzimanê. Xwe bispêrin felsefeyeke taybet û rêbazeke zelal bişopînin û dîroka miletê xwe baş bixwînin."

Herçî fikra wî ya li ser helbestê ye jî, wî bi xwe bi urtî wiha terîf kiriye: "Nûjenî qet nayê wateya nebûna kontrolê. Lê di dawî de, em nikarin dev ji muzîka helbestê berdin. Eger hat û muzîk di helbestê de nema, wê çaxê ew wek helbest namîne, lê dibe pexşan. Kesê ku nikare helbesta klasîk binivîse, nikare helbesta nûjen jî binivîse."


Bêbuhar ê Kurdistanê


Yûsivê Berazî ku bi Bûbuhar navdar e, sala 1931´ê li gundê Tilcircê yê nêzîkî navçeya Babê ya Helebê ji dayik bû û sala 1954´an li Serêkaniyê bi cih bû û heta dawiya emrê xwe jî li wir jiya.

Bêbuhar ji bilî helbestvaniya xwe, awazdaner, stranbêj û hunermend jî bû û 5 dîwanên helbestan li pey xwe hiştin. Gelek hunermendên navdar jî gotin û awazên wî kirin stran.

Ew weke yek ji helbestvanê klasîka Kurdî yên dawî li Rojavayê Kurdistanê dihat hesibandin. Jixwe, ji bo wî tê gotin, ji sala 1966´an ta 1979´an, çi helbesta wî nivîsandî, ji seydayê Cegerxwîn re dibir da ku Seyda wê serrast bike.

Ew ji eşîra Berazan a deşta Pirsûsê/Sirûcê bû, ji ber vê yekê paşnavê xwe kiribû Berazî. Bêbuhar gelek awaz û gotin dane hunermendên navdar ên weke Mehmûd Ezîz Şakir, Seîd Gabarî û Mihemed Şêxo û çend kesên din. Bi taybetî helbesta wî "Hebs û Zindan" deng veda ku wî li ser dîwarên zindanekê li Sûriyê nivîsandibû.

Pênc dîwanên ku Bêbuharî li pey xwe hiştin jî ev in: "Zindan, Bang, Raperîn, Serxwebûn û Pêşketin".

Bêbuhar 15´ê Çileyê 2009´an li bajarê Serêkaniyê koça dawîn kir û her li wê derê bi axê hat spartin.