Di quncika avahiya rûxandî ya taxa Şêxmeqsûd de guleke benefsecê (violet) şînbûye, gula dawîbûna serdemeke dijwar û destpêka serdemeke nû nîşan dide, şahidiya hovîtiya çeteyên serdemê û lehengiya şêniyên taxê dike. Dema mirov serdana taxa berxwedanê Şêmeqsûdê bikî, dê di xal û herêmên ku zarokên taxê bi lehengiyê rizgar kirine re derbas bibî. Îro xal û herêm ji ber rûxandina bi ser de hatiye, bi kêrî niştecîbûnê nayên, lê li wê derê bîranînên berxwedanê hatine parastin. Kolana di navbera taxa Şêmeqsûd û taxa Eşrefiyê ku di nava şêniyan de bi taxa Muxaberat hatiye naskirin, ji ber giringiya wê ya stratejîk ji aliyê leşkerî ve, yek ji cihên ku rastî şerên dijwar ên di navbera çeteyan ji aliyekî û şêniyên taxê yên pêkhateya Kurd û Ereb ji aliyekî din ve hatiye, tê hesabkirin.

Heta berî sala 2012`an, kolan bi şêniyan şên bû û dengê zarokan lê bilind dibû. Ji ber ku kolanê her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hevdu ve girêdidan, rejîma Sûriyê û komên çete bi armanca bi destxistina kolanê û xistina taxa Şêxmeqsûd bin ambargoyê de, êrîş tax û şêniyên Şêxmeqsûd dikirin.

Taxa Şêxmeqsûd niha nîv rûxandiye, lê kolan û dîwarên wê bîranînên lehengan parastine, kesê di taxê de jiya be dê van bîranînan jî nasbike. Kesê li nav taxê bigere dê avahiyên nîvrûxandî yên wek şervanekî birîndar bibîne.

Li quncika avahiyeke aram a taxê ku ji 5 tebeqeyan pêkhatiye, nîvê avahiyê yê maye şahidiyê li ser çîroka berxwedana şervanên YPJ/YPG`ê dike, ku ji vê xalê de parastina taxê dikirin û da çete derbas nebin her tiştê giranbuha feda kirin.

Li derdora avahiyê çend malên rûxandî diyar dibin, li ser xaniyekî rûxandî guleke Benefsecê şîn bûye, jiyana nû radighîne û efsaneyên lehengiyê ku şervanan xêzkirine bi bîr tîne û bi dengekî nerm dawîbûna serdemekê û destpêkiirna serdemeke nû vedibêje. Hin şêniyên taxê îro serdana kolanê dikin û bîranînên zaroktiya xwe bi bîr tînin, hine din jî berxwedan û efsaneyên lehengiyê bi bîr tînin. Lê dema şênî vedigerin, gula Benefsecê bîranîna diparêze û li benda rojeke nû dimîne 



 HALEB