Siyamend Muînî: Meha Gulanê tije têkoşîn û berxwedan e. Bi hezaran şoreşger di rêya azadiyê de şehîd ketine. Em ked û xebatên van şoreşgeran bi bîr tînin û heta serketinê em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Bi rasthatina 1’ê Gulanê roja karkerên cihanê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) merasîmek li dar xist û roja karkeran pîroz kir. Hevserokê PJAK’ê Siyamend Muînî di merasîmê 1´ê Gulanê li tevahî heval, karker, şoreşger û mirovên azadixwaz pîroz kir.
Muînî bal kişand ser dîroka 1’ê Gulanê û got, “Beriya niha bi 130 salan li Chicago karkeran serî hil da û li dijî sîstema desthilatdar daketin qadan. Ji ber ku maf û keda wan dihat xwarin. Bi boneya vê serhildana dîrokî, her sal 1’ê Gulanê tê pîrozkirin. Ev roj, ne tenê rojeke karkeran e. Di rastiyê de, meha Gulanê tije têkoşîn û berxwedan e. Bi hezaran şoreşger di vê rêya azadiyê de şehîd ketine. Bi vê boneyê em ked û xebatên van şoreşgeran bi bîr tînin û heta serketinê em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Gulan meha şehîdan e
Siyamend Muînî di dewamê de 6 hevrêyên xwe yên navenda ragihandinê ku Gulanê şehîd bûbûn, bi bîr anî û got, “Di vê mehê de ji aliyê Rejîma Îranê ve 4 şoreşgerên Kurd hatin bidarvekirin. Di rêya azadiya gelê xwe de, me gelek şehîd dane. Şehîd Vedat Amed û Şehîd Argeş Karzan mînaka vê xebat û têkoşînê ne. Di vê çarçoveyê de têkoşîna me wê li dijî dagirkeran dewam dike. Di zindanên Îranê de jî berxwedaneke mezin heye, her çîqas dewleta Îranê dixwaze vê berxwedanê bitefîne jî, şoreşgerên weke Ferhad Wekîlî, Ferzad Kemanger, Şîrîn Elem Holî û Elî Heyderiyan bi gotina berxwedan jiyan e, bûne sembola ve berxwedanê.”
Muînî li ser rêûresma berxwedana li dijî zilma dagirkeran jî got, “Ev mînakên berxwedanê ne tenê di nava tevgera me de heye, li Îranê gelek tevgerên azadîxwaz jî di Gulanê de berxwedan mezin kirine. Bijen Ceznî û bi dehan kesayetên şoreşger di rêya azadiya civakê de canê xwe feda kirine. Yek ji berxwedanên herî mezin ku niha divê mehê de tê meşandin jî berxwedana Leyla Guven e. Leyla pêşenga jina Kurd e û cihê serbilindiyê ye. Esas, pêngava tecrîdê bişikîne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike, bi hezaran hevalên me di çalakiyê greva birçîbûnê de ne.”
Nabe êdî Kurdistan bindest be
Hevserokê PJAK’ê Siyamend Muînî, herî dawî jî banga wekhevî û azadiya gelan kir û got, “Pêwîst e em ji dijmin û dagirkerên Kurdan re bibêjin, nabe êdî Kurdistan bindest bimîne. Ji ber ku hemû têkoşîna me ji bo azadî û wekheviya civakê ye. Herî dawî jî peyama min ew e ku heta serketinê û azadiyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN