Li pitûkxaneya zarokên Kurdî pirtûkeke din zêde bû. Weşanxaneya Dîwan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirtûkan belav dike, bi navê Guldexwîn pirtûkek belav kir. Ev çîroka ji bo zarokan Îbrahîm Sediyanî nivîsiye û Zişan Ozeke jî resmên wê xêz kirine.

Çîroka Guldexwînê Heidi ya bi zimanê Elmanî tîne bîra mirovan ku li çiyayên Alpan bi babîrê xwe re dima. Guldexwîn jî li gundekî çiyayî yê Şemzînanê dimîne. Di berga dawî ya pirtûkê de jî weşanger dibêje: “Ji niha û pê de wê Heidiyeke Kurdan jî hebe. Navê wê jî wekî kulîlka nazenîn û nazdar, Guldexwîn e. Bi her halî, hêjaya mirov rexneyekê jî bike: Bivênevê mirov ji xwe dipirse ka çima Guldexwîn ji Heidi ya Swîsrî boz û gewrtir e? Kesên dixwazin dikarin pirtûkê ji navnîşana e-mailê diwankitab@gmail.com bixwazin. 


 STENBOL