Ev deşt li Girê Edama ji Meydan Ekbisê dirêjî gundê Xerab Silok dibe. Xaka wê bi bereket û xêrûbêra xwe tê nasîn. Gelek dexlê weke genim û tovê fûl, çelemên şekir û sebzeyan têne çandin.

Niha gulberojên ku hatine çandin mezin dibin. Li gorî agahiyên Komîteya Çandiniyê ya navçeya Raco, wan li 125 hektar erd gulên berberojk çandine.

Li gorî cotkaran çandina gulên berberojk ji ber rewşa hewayê ya wê herêmê baş e, her sal serketî bi encam dibe. Taybetmandiya gulên berberojk a herî baş kurm û kêzik nakevin pelçên wê û hertim pêdiviya wê bi avdayînê heye.

Piştî sê mehan mezin dibe. Hin jê ji bo kargehên çêkirina rûn û hin jî ji bo kargehên qelandina dendikan tên bikaranîn. 


 EFRÎN