
Lêpirsîn Tirkiyê nîşan dide
Di hevpeyvîna 15’ê Kanûnê ya bi ANF’ê re parêzerê xizmên sê jinên Kurd Antoîne Comte da xuyakirin ku di lêpirsînê de “pêşketinên mezin” hene û destnîşan kiribû ku lêpirsîn Tirkiyeyê nîşan dide. Antoîne Comte ragihand ku der heqê berpirsyariya dewleta Tirk a ji vê komkujiyê, gelek hêman hene. Comte dabûyakirin ku ji bo Tirkiye vê meseleyê bi tenê bi Fransayê re neaxive, divê bûyer Ewropayî bibe. Comte gotibû, “Di çarçoveya têkilî, hevdîtinên telefonê û agahiyên teknîkî yên kujer de, pêwendiya wî bi Tirkiyeyê re tê zanîn. Gelek hêmane hene ku dewleta Tirk nîşandidin. Kesekî ku bi radîkalên tund ên Tirk re têkildar e. Xwedî gelek têkiliyan e. Li ser gustîlka wî nîşaneya sê gur an heye.”
Emaîlên bi guman
Li gorî nûçeya 25’ê Îlona 2013’an a li ANF’ê, demeke kurt piştî sûîkastê maîleke sirdar ket destê polîsê Franasyê. Maîl ji hesabekî ji Almanyayê hatibû şandin, bes navnîşana IP Tehran nîşan dida. Çûn û hatina Guney a ji bo Tirkiyê hînê ji aliyê raya giştî ve nedihat zanîn, lê belê di vê maîlê de demên Omer Guney di meha Kanûnê de çû Tirkiyeyê dihat nivîsandin û dihat gotin ku Omer Guney di dema van çûyîn û hatina Tirkiyeyê de fermana cînayeta li Parîsê wergirtiye. Kovara Express dûre bal kişandibû ser vê maîlê. Li gorî kovarê di 20’ê Çileyê dema Omer Guney di binê çavan debû, e-maîlek hat navenda polîsan û tê de digot, “Kesê binçavkirî, ajanekî Tirk e.”
Fransa ronî nake
Li gel van hemû agahî û gumanên xurt jî, Kurdan ji bo belavkirina mijê li ser komkujiyê ji edalet û hikûmeta Fransayê nêzîkatiyeke ku pê qanih bibin, nedîtin. Halbûkî Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê û hemû aktîvîteyên siyasî û çandî yên Kurdan li Fransayê di bin çavdêriya servîsên Fransî de bûn. Her çend Omer Guney weke berpirsyarê cînayetê hat girtin jî, çûn û hatinên tarî yên vî kesî bo Tirkiyeyê, nehat ravekirin. Ya rast pêvajoya binçavkirina Omer Guney jî ne ji aliyê dewleta Fransayê, bi hewldanên saziyên Kurdan pêk hat. Tevî ku bi hewldanên saziyên Kurdan Guney çû îfadedayînê, li gel cînayeteke wehîm e jî di îfadeya xwe ya destpêkê de nehat binçavkirin. Piştî binçavkirina destpêkê jî hat berdan. Di binçavkirina duyemîn de hat girtin.
Guney dihat zanîn
Omer Guney ji aliyê îstîxbarata Fransayê ve baş dihat naskirin. Di Adara 2012’an de di çalakiyeke dagirkirina Kûleya Eîffelê ya ciwanên Kurd de hat binçavkirin û di Kanûna heman salê de jî vê carê li Holandayê di serdegirtinekê de hatibû binçavkirin. Polîsê Holdanê bi tenê çend saetan Omer Guney di binê çavan de girt û di lêpirsîneke cidî re derbas nekir. Her wiha di vê mijarê de agahî dabû polîsê Fransayê.
Kompûtera dadger dizîn
Neh meh piştî komkujiyê, li Parîsê bûyereke balkêş qewimî. Laptopa dosyayên ‘hesas’ tê de bû ya dadgerê antî-terorê Jeanne Duye ya li dosya her sê jinan dinihêrî, 23’ê Îlonê ji mala wî hat dizîn. Rojnameya Le Fîgaro dûre dabû xuyakirin ku kompûtera hatiye dizî ya dadger Jeanne Duye ye. Jeanne Duye beriya niha bi salekê ji bo şaxê antî-terorê yê li Parîsê hatibû wezîfedarkirin. Lê belê ne Le Parîsîen, ne Le Fîgaro û ne jî rojnameyên din ên Fransî têkiliya vê dadgerê bi dosyaya qetilkirina sê jinên Kurd bilêv nekirin.
Çalakiyên jinan yên çarşemê
Bi daxwaza ronîkirina hêzên li pişt komkujiyê, jinên Kurd ji ber vê bêdengiya Fransayê pirsa “bêdengiya we ji hevkariya we tê?” kir û ev yek bû rojeva bingehîn a çalakiyên Çarşemê. Çalakiya yekemîn di 17’ê Çileyê de li Amedê pêk hat û her sê jinên Kurd ji aliyê bi sed hezaran mirovan ve hatin birêkirin. Ew roj di heman demê de rojbûna Fîdan Dogan bû. Jinan bi vê xemgîniyê dest bi çalakiya ku wê tevahiya salekê dewam bikira, kirin. Çalakiyên Çarşemê ku bi awayekî fermî di 23’ê Çileyê roja Çarşemê li Parîsê destpê kirin, bi pêşengiya Buroya Aştiyê ya Jinê li 20 navendan dewam kirin.
NÎLAY EGELÎ/ANF/AMSTERDAM
Sed sal be jî emê li vir bin
Jinên ku saleke li qadanin li ser komkujiya Parîs’ê nêrînên xwe anîn ziman.
Sevgî Firat (Monchengladbach): Dewleta Fransa ewçend qels nîne ku nizanibe ka li welatê wê çi diqewime. Berevajî, baş dizane ka çi diqewime. Şexsiyetên karên siyasî dimeşînin her tiştî baş dizanin û dişopînin. Li gorî me ev yek polîtîkayeke mijûlkirinê ye. Fransa hêza li pişt Omer Guney baş dizane. Yek ji cînayetên herî girîng ên cîhanê ye. Saleke her rojên Çarşemê li bajarê Almanya Dusseldorfê li pêş Konsolosiya Fransayê em kom dibin û dixwazin ev cînayet bê ronîkirin. Lê belê rayedarên Fransayê heta roja îro bêdeng man.
Aysel Azar (Wûppertal): Tevî ku salek di ser re derbas bûye ez bêdengiya Fransayê şermezar dikim. Ev saleke em li gelek bajarên Ewropayê di çalakiyê de ne. Ji bo ronîbûna vê komkujiyê, her Çarşem em çalakiyan lidar dixin. Em weke jinên Kurd, emê ti carî ji hewldanên xwe yên ronîkirina vê komkujiyê venegerin. Baweriya me Kurdan ji edalet û hiqûqa Fransayê nemaye. Ji ber ku Fransayê normên hiqûqê yên mafên mirovan binpê kiriye, ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bikar tîne. Li pişt vî kujerî dewletên Tirkiye, Fransa û Almanya hene.
Sûzanne Rosslîng (Berlin): Li Berlînê me di meha Adarê de dest bi çalakiyên Çarşemê kirin. Di demeke ewçend dirêj de lidarketina çalakiyeke bi vî rengî girîng e. Rayedarên Fransî bêdengiya xwe diparêzin. Lê belê ev bêdengiya wan nikare bê ji rêya me vegerîne. Emê bêyî rawestan çalakiyên xwe dewam bikin. Emê di sala nû de hîn berfirehtir bimeşînin. Tevahiya hefteya komkujiyê emê li çalakiyan bin. Di 12’ê Çileyê de meşa bîranînê ya kevneşop a Rosa Luxembûrg heye. Emê jî bi pankarta Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bimeşin.
Nîhal Renklîçay (Hamburg): Em jinên demokrat û şoreşger, ji ber lêgerîna me ya edaletê ev saleke her Çarşemê li kolanan çalakiyan lidar dixin. Weke jinên li Hambûrgê dijîn, heta komkujî bê ronîkirin ev çalakiyên me wê dewam bikin. Berpirsyariya me li pêşberî sê rêhevalên me hene, di çarçoveya dilsoziya me ya ib wan re ji bo ronîkirina vê komkujiyê, emê çalakiyên xwe dewam bikin.
Suleyman Sûbaşi (Paris): Tevî nesaxiya min a fîzîkî ev saleke hewl didim bêyî navberê bidimê, bêm çalakiyê. Gelê Kurd saleke li cihê ew her sê hevalên me lê hatin qetilkirin disekine. Lê belê ji Fransayê daxuyaniyeke têrker nîne. Ya niha li desthilatdariyê ye dibêje demokrat û sosyalîst e, lê belê ti encam nîne. Divê were eşkerekirin ka li pişt vê kî heye. Kesê bi navê Omer Guney maşike. Em dixwazin bê ronîkirin.
Esra Demîr (Hevseroka SKB): Ji 9’ê Çileyê û vir ve em lêgerîna xwe ya li edaletê li kolanan dewam dikin. Yên Sakîne, Rojbîn, Leyla qetil kirine, hînê li derve ne. Bi dîtina me, ew kesê hatiye girtin, bi tena serê xwe nîne. Em dizanin ku pêwendiya vê komkujiyê bi dewleta Tirk, bi dewleta Fransayê re heye. Ji ber ku hêza esasî ya berpirsyaran derxîne holê, hêza çalakiyê ya li kolanan e. Em dizanin li pêş Erdogan dosyayek heye. Û em dizanin ku jê serbixwe nîne.
Sûrcan Seyhan (Paris): Ev saleke her Çarşemê em li pêş vê buroyê ne. Her Çarşem em li vî cihê ku wan can lê dan. Eger ev komkujî neyê ronîkirin, ne salek deh sal jî derbas bibin, emê werin vir. Dibe ku ew şehîd ketin. Lê belê di rêya wan de îro bi deh hezaran mirov dimeşin. Ew kesê wan girtin, bi tena serê xwe nekir. Em ji vê bawer nakin. Me ti carî ji şehîdbûna wan bawer nekirin. Me qet bawer nekirin ku li Ewropayê tiştekî wiha bibe.
Komkujiya Parîsê hat protestokirin
Tevî ku di ser komkukjiya Parîsê re salek derbas bûye jî heta niha berpirsên wê nehatine dîtin. Ev saleke jinên Kurd li Ewropayê çalakiyan lidar dixin û banga ronîkirina bûyerê dikin. Di yekemîn salvega komkujiyê de li Ewropa, Kurdistan û gelek welatên din çalakî pêk tên. Beriya meşa girseyî ya 11’ê Çile yê li Parîsê, bernameya çalakiyên li Berlînê diyar bû.
Sakîne û Luxemburg
Di vê çarçoveyê de li paytexta Almanyayê Berlînê bi meşekî girseyî starta çalakiyên hefteyekê hat dayîn. Meşa ku ji aliyê Komeleya Jinê DEST- DAN’ê ve hat organîzekirin, saet di 16:00’an de li Hermannplatzê destpê kir, li navenda Kreuzbergê bi mitîngekê bi dawî bû. Di meşa ku bi sedan kes beşdar bûn de posterên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û ji pêşengên Tevgera Şoreşgeriyên Cihanê Rosa Luxemburg hatin hilgirtin.
Dê rojek qebûl bikin
Bavê Leyla Şaylemez Cûmalî Şaylemez jî di axaftinên xwe de dewletên Ewropayê kir hedef û dewleta Fransa û Almanyayê berpirs girt. Şayleme gotinên xwe wiha bi dawî kir; “Berpirsê yekem Tirkiye ye. Fransa û Almanya şirîkên wê ne. Heta îro sedema çaresernekirinê jî ev e. Lê wê rojekê neçar bimînin ku vê yekê diyar bikin. Ev wê di encama têkoşîna gelê Kurd a bi israr de pêk were.” Tevahiya hefteyekê li Berlînê wê çalakî bêne lidarxistin. Li Komeleya Kurd a Berlînê pêşêngeha wêneyan jî hate vekirin.
Li Montpellîer’ê jî meş hebû
Sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin, li başûrê Fransa bajarê Montpellîerê bi meşekê hatin bibîranîn. Kurd û dostên wan ên beşdarî meşê bûn, helwesta dewleta Fransayê ya eşkerenekirina sûcdaran, şermezar kirin. Meşa ku li mala Kurdan a li ser rêya Clemenceau destpê kir li meydana Comedîe bi dawî bû. Di meşê de bi belavkirina belavokan û qîrîna dirûşman komkujiya li Parîsê hat şermezarkirin. Çalakgeran dan xuyakirin ku dewleta Fransa kujeran dernaxîne holê û wan diparêze. Di meşê de li gel Kurdan Eniya Çep jî amade bû.
BERLÎN/MONTPELLÎER