Nivîskar Gulgeş Deryaspî, di çarçoveya operasyoneke li Bedlîsê de hat binçavkirin û piştî ku derket dadgehê hat girtin.
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê di 25’ê Tîrmehê de li navenda Bedlîs û navçeyên wê Tetwan û Norşînê operasyonek kir. Di vê operasyonê de Nivîskar Gulgeş Deryaspî jî di nav de 9 kes hatin destgîrkirin. Gulgeş Deryaspî piştî ku derket dadgehê, bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin. Piştî biryara girtinê, Deryaspî birin Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê.
Parêzerê Deryaspî Mîmar Onal diyar kir ku biryara girtina Deryaspî neheqî û zordarî ye û got, ew ê îttîrazî biryara girtina Deryaspî bikin.
Deryaspî endamê PEN’a Kur û ya Navneteweyî ye û berhemên wê yên bi navê “Tariya Bi Tav”, “Xezal” û “Ez Ne Ez im“ hene.
MA / BEDLÎS