
Di dîroka çanda Kurdîstanê de kevneşopî û çanda herî kevin çanda çêkirina berik û xalîçeyan e. Nexşên berik û xalîçeyan hemû bi destê jinan hatine afirandin û çêkirin. Xalçeyên berê yên ku bi destê jinan dihatin çêkirin hemû bi giyayê xwezayî dihatin regnkirin. Rengên yek ji van xalîçeyan jî ya bi navê “Gulsarya” ye ku yek jî cûreyên xalîçeyên herema Colemêrgê yê navdar e. Tê gotin ku ev nav jî “Gula saryayê” tê û derketiye holê. Ji ber ku navê jina ku cara yêkemîn ev gul çêkiriye Sarya bûye, ev navê wê jinê li vê xalîçeyê hatiye kirin û heta îro wiha hatiye.
Bi giyayê xwezayî reng
Di vê xalîçeyê de hêmana bingehîn nexş e “keça bû” e. Hinek jî ji vê hêmanê bi xwe re dibêjin “Gula Sarya”. Ev nexş di nav çarçikeke xwar de bi riya rengan tê bidestxistin. Di demên berê de jinan bi taybetî li ser her xalîçe û berikekê nexşên watedar û yên cûr bi cûr diafirandin û bi vî awayî têkilî û hûnera jinê didan axiftin.
Hilberîn bi her awayî xwezayî bû
Ji bo hunandina vî cûreyê xalîçeyan bi pîranî hiriya miyan tê bikaranîn. Dîsa ji bo rengandin û bidestxistina nexşan jî gîya û kulîlkên ku ji herêmê tên berhevkirin tên bikaranîn. Wek rengên bingehîn lajwerd,qehweyî, reş, sor û spî tên bikaranîn û wek rengên alîkar jî;kesk,zer, şîn û sorê bi mor ve tên bikaranîn. Hilberandina van xalîçeyan ji hiriyê bigire heta rengan pêvajoyeke xwezayî ye.
Cih li hilberîna xwezayî teng kirin
Beriya ku berhemên endustriyê ango kapîtalîzmê bên Kurdîstanê ev hilberandin bi awayekî pir berfireh dihat kirin. Lê piştî ku berhemên endustriyê yên bi makîneyan tên çêkirin ketin herêmê roj bi roj cih li hilberandina xwecihî bi her awayî teng bû. Hostayên berê neman. Yên heyî jî li gor derfetan hewl didin ku li ser piya bimînin. Şûna rengên xwezayî rengên kimyayî girtin. Berê ev kar karên ji rêzê û rojane bû. Lê niha ne wisa ye. Hema bibêje bûne hemanên turîzmê yên ku bi nêrîneke oryantalîst tên pêşkeşkirin. Çand û nexşeyên berhemên heremê yên bi nav û deng bi wendabûn û xilasbûnê re rû bi rû ne.
WAN