
Li ser berxwedana bê hempa ya Kobanê û girdana gelê Kurd bi xaka xwe ve Ilham Ehmed destnîşan kir ku gelê Kurd her dem li dijî siyasetên inkar û tunekirinê liberxwe dane û wiha dom kir: ''Kurdan her dem li dijî siyasetên tunekrin û nicatperstiyê li berxwe didin û mafê xwe yê parastina rewa pêk tînin, berxwedana Kobanê ku li dijî êrîşên çeteyên ku jiyana hevbeş a di navbera gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyê de hedef digrin, tê dayîn, vê rastiyê radixe ber çavan.''
Li ser pira gelo kî pişt çeteyên ku êrîşî Kobanê dikin Ilham Ehmed da zanîn ku dijminên gelê Kurd û gelê Sûriyê ku destkeftiyên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyê yên li Rojava tehemûl nakin li pişt van êrîşan e û wiha dirjî da axaftina xwe: ''Ji destpêka şoreşê ve û hêzên herêmî opozisyona Sûriyê perçe dikin. Tirkiyê ku pişgiriya aliyeke ji opozisyonê dike û rêjîma Îranê ku piştgiriya rêjîma Sûriyê dike nikarin li ser mijarên Sûriyê tişekî pêk bînin, lê wer dixya ku herdû aliyan li dijî destkeftiyên gelê Kurd ên Rojava û bi taybet herêma Kobanê yên leşkerî, siyasî û civakî lihevkirine. Tişta ku gumana me zêde dike jî ew ku dema pêkhateyên herêmê ji Kurd û ereban lihev dikin êrîş bi navê DAIŞ'ê pêk tên.''
'Sê dijberên gelê Kurd lihevkirine'
Li ser mijara navê DAIŞ'ê ku di hemû êrîşan de derbas dibe Ilham Ehmed got ku navê DAIŞ bûye navek ku gelek alî li dijî Yekîtiya Gelê Sûriyê û destkeftiyên şoreşa 19'ê Tîrmehê a Rojava ku bûye tova yekem a Demokratîkbûna Sûriyê bikar tînin. Ilham Ehmed, pirsyar kir ku vekişîna çeteyên DAIŞ'ê ji çiyayê Turkman a Idlibê û derbasbûna wan di bendên rêjîma Baas re da ku bighên herêmên Kurdan û êrîşan pêk bînin ne tesadufe, lê belê ev nîşana wê yekêye ku 3 aliyên li dijî azadiya gelê Sûriyê û dijî mafê gelê Kurd tevdigerin lihevkirine.
Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Ilham Ehmed da zanîn ku îro gelê Kurd li hemû bajar û herêmên Rojava bi yek destî bersiva êrîşan didin û vîna xwe ku bi lihevkirina wî ya îstratîcî bi pêkhateyên herêmê re pêk aniye diparêze û wiha axivî: ''Hemû pêkhateyên gelê me xwediyê van destkeftiyane, ew îro bi yek destî parastina rumet, namûs û xaka xwe dikin.''
Banga xwedî derketinê
Li ser berxwedana gelê Rojava û şervanên YPG'ê ya li dijî çeteyên ku êrîşî Kobanê dikin Ilham Ehemd wiha axivî ''Em berxwedana gelê xwe yê Rojava û şervanên YPG'ê yên di xetên pêş de bersiva êrîşên çeteyan didin û herêmê diparêzin silav dikin.'' Ilham Ehmed, tekez kir ku gelê Kobanê ne bi tenê ye û da zanîn ku hemû gelê herêmên xweser ên Cizîr û Efrînê li pişt berxwedana Kobanê ne û wiha got: '' Tevlîbûna zêde ya nava YPG'ê asta girêdane gelê herêmê bi berxwedana Kobanê nîşan dide.'' Di dawiya axafitna xwe de Ilham Ehmed bang li ciwanên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybet ciwanên ku li welatên cîran di kampan de jiyan dikin ku piştgiriya berxwedana Kobanê bikin û tevlî şerê rumetê ku çarenûsa gelê Sûriyê diyar dike bibin.''
ANHA/KOBANÊ
‘Êrîş berdewama komployan e’
Yekîtiya Star êrîşa li ser herêma Kobanê şermezar kir û diyar kir ku êrîşa li dijî herêma Kobanê berdewama komployên li dijî Kurdan e. Yekîtiya Star banga bersivdayîna serferberiyê YPG’ê kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev 3 sal in, di ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe û gelê Kurd bi hemû hêza xwe ber xwe dide û hemû komployên neyarên xwe vala derdixe.
Di berdewama daxuyaniya Yekîtiya Star de wiha hate gotin: "Gelê Kurd gelekî bi rêxistinkirî ye û bi hezar salan bi axa xwe ve girêdayî maye. Şoreşa Sûriyê ji xeta rast hatiye derxistin û hêzên opozîsyonê li gorî berjewendiyên hêzên derve tevdigerin û nikarin xizmeta gelên Sûriyê bikin.
Derbarê êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî herêma Kobanê di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li herêma kobanê rêjîm tune ye û sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku ji aliyê gelên herêmê ve hatiye avakirin heye û wiha hate domandin: "Hinceta êrîşa li ser Kobanê ji aliyê komên DAIŞ'ê û hevalbendên wê ve tune ye û ev êrîş nîşana berdewama komployên li ser gelê Kurd e.”
Di daxuyaniya Yekîtiya Star de berxwedana Yekîneyên Parastina Gel ya li dijî çeteyan hate silavkirin û hate bibîrxistin ku qehremantiya şervanên YPG'ê û YPJ'ê di dîroka berxwedanê de tê nivîsandin.
Di dawiya daxuyaniyê de ji bo parastina herêma Kobanê ji êrîşên çeteyan banga besivdayîna seferberiyê ku YPG’ê ragihandiye hate kirin.