Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso diyar kir ku xeta sêyemîn a ku partiya wan di aloziya Sûriyeyê de xwe spartiye wê, îspat kir ku Li Til Temir a girêdayî Hesekê bi boneya 15’emîn salvegera damezirandina PYD’ê civînek hate lidarxistin.

Di civînê de hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso axivî û behsa geşedanên dawîn ên herêmê kir û nêrîna PYD’ê ya pêşeroja aloziya Sûriyeyê vegot û wiha axivî: “Em wek PYD, me xeta sêyemîn pejirand û me xwe spart bîrdoziya biratiya gelan, nemaze ji bo mozaîka Sûriyeyê bê parastin. Piştî 7 salan ji şoreşê îspat bû ku xeta sêyemîn herî zêde guncaw e û dikare daxwazên gel pêk bîne.”

Dewleta Tirk winda kiriye

Eyşe Hiso girêdayî dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker û çete wê yên li Efrînê jî wiha axivî: “Tirkiye û dewletên alîkariya wê dikin di êrîşa li dijî Efrînê de hêza xwe ya aborî, civakî, siyasî û leşkerî winda kiriye û bi hemû çekên xwe yên pêşketî hewl dide derbeyê li projeya demokratîk bide. Lê bi saya berxwedana efsaneyî ku li Efrînê hatiye meşandin, komploya Tirkiyeyê têk çûye û niha bi lawazbûneke siyasî û aborî re rû bi rû maye.”

 

ANHA/HESEKÊ