Hêzên YPG/YPJ’ê piştî navenda Kobanê azad kirin ji bo gundan ji çeteyan paqij bikin operasyon dan destpêkirin û di çarçoveya operasyonên paqijkirinê de 10 gundên din ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Operasyonên şervanên YPG û YPJ'ê yên paqijkirina gundan didomin. Fermandarê YPG'ê Mahmut Berxwedan piştî azadkirina Kobanê weha peyivî: "Kobanê ji DAIŞ'ê re bû gor. Gundê me jî dê ji wan re bibin gor". Doh bi daxuyaniyekê YPG´ê da zanîn ku hêzên wan li başûrê Kobanê gundên Êdîqê û Tuxtê û gundên rojava Mektelê Kevin, Diyaban, Osî, Şeran, Kêkan, Remo, Mersmêlê û Elîşar bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine.
Di heman operasyonan de gelek cebilxane û wesaît jî hatin destserkirin.
YPG’ê 62 mayîn bê bandor kirin
Piştî ku hêzên YPG’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de gundê Minazê yê rojavayê Kobanê ji çeteyên dijminê mirovahiyê paqij kirin, şervanan di lêgerîna li nava gund de 62 mayîn û bombeyên curbecur yên çeteyan çandî, derxistin û bê bandor kirin.
Mayînên ku şervanan vekirine 12 ji tupên gazê hatibûn çêkirin (fûzeyên dojehê) û 50 mayînên curbecur ên li dijî kesan û wesayîtan bûn û piraniya wan ji tupên oksîjînê hatibûn çêkirin û bi TNT û parçeyên hesin dagirtîbûn.
KOBANÊ