
Şervanên YPG û YPJ’ê piştî ku navenda Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizkar kirin, operasyonên xwe ji bo rizgarkirina gundan didomînin. Hêzên YPG/YPJ'ê yên li dû azadkirina navenda bajarê Kobanê dest bi paqijkirina gundan kirin, şêva din Gulmêt, Salona Newrozê û Xwaringeha Seyranê rizgar kirin. Di vî şerî de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên ji bo paqijkirina gundên Kobanê dane destpêkirin, dewam dikin. Di daxuyaniyê de li ser encamên pevçûnên duh de ev agahî hat dayîn:
"Duh me agahiya paqijkirina gundê Helincê yê li bakurrojhilatê Kobanê parve kiribû. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên di vê pevçûnê de nehat zelalkirin. Lê belê li vir 10 termên çeteyan û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.
3 noqteyên girîng rizgar bûn
Hêzên me li eniya başûr, li hember 3 nuqteyên ku ji aliye çeteyan ve hatibû dagirkirin operasyonek lidar xistin. Di operasyona ku Salona Newrozê, Xwaringeha Seyran û gundê Gulmêt digirt nav xwe de 13 endamên çeteyan hatin kuştin. Piştî pevçûnan hêzên me her sê nuqte ji çeteyan paqij kirin û azad kirin.
Cebilxane hate desteser kirin
Di operasyonên duh bi roj û şev de, hêzên me dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyan. Li gor vê hêzên me dest danîn ser 1 Hammer, 1 Katuşa, 1 doçkayê 12,5, 2 roketavêja B7, 1 BKC, 2 G1, 10 kleş û 50 şarjorên kleşê, 27 bombeyên destan, 10 rext, 50 mayinên li dijî tankan, 20 mayinên li dijî şexsan, 30 mayinên bi dest hatine çêkirin, 4 bêtel û 1 telefon. 2 rêhevalê me yên ku di serketina operasyonên şevê din de rolekî giring lîstin bi qehremanî şer kirin û gihîştin şehadetê."
ANHA/KOBANÊ