Keddar heft salî ye û  Aylîn şeş salî ye; û her du jî canê wan ecêb dikele. Gelekî kêfa wan tê. Hin kalemêrên gund jî nekarîne bi xwe û ji bo ku li filmên karton binihêrin, hatine hewşê.

Ajansa nûçeyan a Fransî AFP, nûçeyek li ser sînemaya Rojava belav kir. Nûçeya bi wêneyên Delîl Silêman hat belavkirin, nîşan dide ka çawa Komuna Film a Rojava sînemayê seyar dike, li gundên Rojava digerîne; wê digihîne nexasim jî zarokan.

Nûçe pêşî me dibe hewşa dibistana gundekî, dibêje, keç û kurên mektebvanî bi tîqetîq dikenin gava ku li ser perdeya li hemberî wan dîmenên sînemaya Charlie Chaplin hene. Navê li pişt vî karê hanê jî Şêro Hinde ye, filmçêkerekî Komuna Filman a Rojava ye. Ew li gundên dûrî navçe û bajaran jî bi laptopa xwe, perdeyeke spî û projektora xwe digere û filman nîşan dide.

Çima gund? Bersiva wî hêsan e: “Me li bajaran film nîşan dan, me dixwest zarokên gundan jî bi wan şa bibin”.

Evîna sînemayê belav dikin

Bi Şêro yê 39 salî re komek xwebexşan heye, wan hin film dublaj kirine, hinên din jî bi jêrnivîsê kirine Kurmancî, û bi wan filman ew diçin gundan. Ew dixwazin evîna xwe ya ji bo sînemayê li seranserê Rojava belav bikin.

Şêro dibêje, “Armanca me ew e ku di mohleta salekê de zarokekî tenê li Rojava nemîne ku neçûbe sînemayê.

Tiştekî xweşik û rindik

Sînema li Rojava bi trawmayekê ve jî girêdayê ye, şewata sînemaya Amûdê her komkujiyeke rejîmê ye li dijî Kurdan; 13´ê Çiriya Paşîn a 1960´î li Amûdê bêhtirî 280 zarokên şewitîn.

Şêro dibêje, sînemaya seyar dixwaze sêhra perdeya spî û wêneyên diherikin bi zarokan bide nasîn. Gava ew zarokekî mektebvanî bû, wî ev sêhra hanê nas nekiribû ji ber wê trawmayê û ji ber nebûna sînemayan: “Gava em zarok bûn, sînema ew cihê tarî bû.”

Ew naxwaze sînema ji bo zarokên niha jî “ew cihê tarî be” ji ber wê jî dibêje, “Em niha hewl didin li şûna wê tarîtiyê tiştekî rindik, xweşik û rengîn bi cih bikin.”

Kêf kêfa zarokan e

Lê ji sînemayê û wêde jî armanceke vê sînemaya seyar heye; bi gotinên Şêro, “nîşandana filmên elaqedarî parastina hawîrdorê û azadiyên ferdî û civakî”.

Zarok bi xwe, kela canê wan pirr radibe. Rojeke din li gundekî din, berêvarê, li gundê Şaxir Bazarê zarok bi lez dikevin hewşê da ku kursiyên herî li pêş ji xwe re zeft bikin.

Dêûbav jî refaqetî zarokan dikin. Yek ji wan jî Emel Ibrahîm e. Ew dibêje, kurê wê Keddar heft salî ye û keça wê  Aylîn şeş salî ye; û her du jî canê wan ecêb dikele. Gelekî kêfa wan tê.

Hin kalemêrên gund jî nekarîne bi xwe û ji bo ku li filmên karton binihêrin, hatine hewşê.

Şervanên YPG/YPJ´ê yên QSD´ê li aliyekî şerê şaneyên DAIŞ´ê û çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve dikin, li aliyê din Komuna Rojava, Şêro û hevalên wî berê xwe didin siberojê.

Helbet yek ji xewnên wan holeke sînemayê ye; çawa ku Şêro bi dîqet îfade dike: “Lê ev jî girêdayî bi dawîbûna şer û misogerbûna îstîqrarê li welêt e.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN