Farqîn, anî ziman ku Koroya Zarokan a Komeleya Çandê ya Dîcle Firat pir bala niştecihên gundan dikişîne û zarokên gundan jî bi koroya zarokan re di nav pêwendiyan de ne û wiha berdewam kir, “Bi şaredarî û rêxistina BDP’ê ya Sûrê re em bernameyên hevpar çêdikin. Ji bo piştevaniyê bi me re tên gundan.”
Farqîn diyar kir kesên ji gundan koçber bûne wê dîsa vegerin û wê demê dê biçin cem wan û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Em dixwazin kesên bi darê zorê ji gundên xwe koçber bûne bibînin û bi wan re nîqaş bikin. Em ê bê çi awayî ji gundên xwe hatine derxistin nîqaş bikin. Em ê çand û berhemên xwe yên hunerî pêşkêşî niştecihên gundan bikin.”
DÎHA/AMED