Malbatê piştî van êrîşan gundê xwe neterikan û li hemberî çeteyan dest bi şer kir. Mezinê malbatê Ahmedê Hemê yê 70 salî bi zarok û neviyên xwe re rahişt çek û li hemberî çeteyan şer dike. Hevser û keça Ahmedê Hemê jî di vî şerê de ligel malbata xwe li eniyên berxwedanê şer dikin. Ahmedê Hemê yê ku bin neviyên xwe re heta sibê li çeperan nobetê digire, diyar kir ku piştî êrîş zêde bûne wan jî jî bi malbatî di nav berxwedanê de cihê xwe girtine. Hemê anî ziman ku ew ê li hemberî van çeteyan xak û axa xwe neterikînin û heta dawiyê şer bikin. Hemê destnîşan kir ku ew ji bilî şervanên YPG/YPJ’ê ji kesî bawer nakin û wiha axivî:“Em mafdar in. Çavên me di mal û milkê tu kesî de tune ye. Em tenê mafên xwe diparêzin. Em naxwazin ku ku kesekî jî destdirêjiya mafên me bike. JI bilî vebijarka berxwedana li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê tu rêyeke din tune ye.”


Berxwedana topyekûn

Hemê bal dişand ser ku armanca destpêkê ya çeteyên DAIŞ’ê ew e ku gundan vala bike û bi lêv kir ku ligel bi rojan ava wan tê qutkirin û bê nan û av jî dimînin ew ê gundê xwe neterikînin. Hemê diyar kir ku YPG/YPJ wekî hêzeke cewherî û parastinê ji nav pêkateyên herêmê hatiye avakirin û wiha dirêjî da axaftian xwe: “Îro roja ku em bi tevahî mil bidin hev û dijminên xwe ji ser axa xwe biqewirînin e. Roj roja pêşxistina yekitiya kurdan e. Roj roja berxwedana Kobanê ye. Carna em nobetê digirin, carna jî hevjîna min û keç û bûkên min nobetê digirin. Bi jin û zarokên xwe ve em hemû bi topyekûn li ber xwe didin. Çeteyên DAIŞ’ê hemû gudan talan dikin.”

'Em dest ji axa xwe bernadin'

Hemê anî ziman ku 49 topên hawanê li gundê wan ketine û di bin gulebarana çeteyan de bi karê xwe yê rojana jî radibin û bi van hevokan rewşê vegot: “Heke ku ji her guleya ku bi ser me de diteqînin min mala xwe terikandibana ji xwe hewcehî pê nedima ku DAIŞ gundê me talan bikira û ew ê jixwe bigihîşta mexseda xwe ya qirêj. Îro roja namûs û şerefê ye. Dê nikaribin serê me bixin ber me. Lazim e ku em hişyar bin." Hemê bi bîr xist ku neviyê wî yê 12 salî Îbrahîm par ji aliyê sekvanên DAIŞ’ê ve bi karnasê hatiye qetilkirin û neviyekî wî yê din jî ji ber topa hawanê jiyana xwe ji dest daye. Kurdistan Hemê yê ku bi kalê xwe re di heman çeperê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer dike anî ziman ku ew ê bi çeka di destê xwe de nehêle ku DAIŞ gundê wan talan bike. Kurdistan Hemê diyar kir ku armanca çeteyên ku bi top û hawanan êrîşê gundê wan dike ew e ku kudan qetil bike.

DIHA/KOBANÊ