
Gundê Albeyda yê li bakur rojhilatê Dêra Zorê, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgarkirin.
Pêngava Bagera Cizîrê di roja 47’an de ye. Şervanên Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), pêr bi şev ji bo rizgarkirina gundê Albeydayê dest bi operasyonê kir.
Di encama operasyonê de gundê Albeyda ku 44 kîlometreyan li bakurrojhilatê Dêra Zorê ye, hat rizgarkirin. Li vî gundî, di şer de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Fermandarê Meclîsa Eskerî ya Dêra Zorê, Ahmed Ebû Xewla jî ji gundê Albeyda ye û bi vî rengî gundê wî jî rizgar bû.
DÊRA ZORÊ