
Derbarê encamên şer de agahiyên zelaltir nehatin bidestxistin. Hate gotin ku pevçûn li herêmên din ên Serêkaniyê cîh bicîh didomin.
Komên çekdar di 14’ê îlonê de ji aliyê Hesekê ve ketibûn gundên Elok ku piraniya şêniyên wê Ereb in û dest bi êrîşan kiribûn. Piştî komên çete hatin gund, hatibû gotin ku gelek endamên çeteyan jî, ji sînorê Tirkiyê derbasî herêmê bûne. Her wiha leşkerên Tirkiyê jî têlên sînor rakiribûn. Li ser vê yekê hêzên YPG’ê jî bersiv dabû êrîşên çeteyan û şer û pevçûnan destpê kiribû.
Li gundê Çava pevçûnên dijwar
Nûçegîhanê ANHA ragîhand ku piştî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gundê Eloka ji komên çeteyan rizgar kir, di saet 12’an de li derdora gundê Çava pevçûnên dijwar despêkirin. Hate ragîhandin di pevçûnan de çekên giran tên bikaranîn.
Di operasyona ku hêzên YPG’ê 2 roj berê li dijî komên çekdar ên ku ketibûn gundê Elok dabû destpêkirin şevêdin bidawî bû. Di encama şerên dijwar de komên çekdar gelek windahî dan, her wiha tangek wan jî hate rûxandin. Piştî şerê ku heta şevêdin saet 02.00'an dom kiribû, hêzên YPG'ê komên çekdar ji gund derxistin û gund rizgar kiribûn.
Li dijî baregehên çeteyan çalakî
Li Çilaxa hêzên YPG’ê li dijî baregehên komên çete yên li gundên Girhok û Yûsifiyê çalakî lidar xistin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin gelek çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin îro saet di 03.30’an de hêzên YPG’ê baregehên komên çekdar ên Dewleta îslamî ya Îraq û Şam/Cebhet El-Nusra û Lîwai El-Tewhîd ên li gundên Girhok û Yûsifiyê yên Çilaxa hedef giritn. Hate gotin ku di encama çalakiya hêzên YPG’ê ku heta saetên serê sibê dewam kir de bi dehan çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin tabûra El-Qaqai ku navenda wê bajarê Şedadê ye hatibû Girhok û Yûsifiyê, xwe ji bo êrîşan amade dikirin.
YPG’ê li Tirbespiyê çalakiya YPG'ê
Şervanên YPG’ê li Tirbespiyê li dijî baregeha komên çekdar a li gundê Taya çalakî lidar xist. Lê derbarê kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Hate zanîn ku şevêdin saet di 12.00’an de hêzên YPG’ê yên li başûrê Tirbespiyê baregehên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Cebhet El-Nsura hedef girtine. Hate gotin ku pevçûna di navbera hêzên YPG’ê û komên çekdar de saet û nîvekê dom kir. Derbarê kuştî û birîndarên komên çekdar de tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
SERÊKANÎYÊ/TIRBESPIYÊ