Piştî pêvajoya çareseriya demokratîk dest pê kir, welatiyên ku di salên 1990'an de ji gund û warên xwe koç kiribûn hêdî hêdî berê xwe didin warên xwe û yek bi yek vedigerin warên xwe. Welatiyên ku piştî koçê metrepolan kirin û bi salan di nava şert û mercên herî giran de jiyan, piştî vê pêvajoyê dixwazin dîsa vegerin warên xwe û ruh û jiyanê bidin warên xwe. Li navçeya Westanê ya Wanê weatiyên gundê Geliye Qarqar û Gundê Xurtîsê yên di salên 1994 û 1996'an de gundê xwe ji ber zextên dewletê û lekeran valakiribûn dîsa li gundê xwe vegeriyan. Welatiyên gundê Geliyê Qarqar û Xurtisê ji ber cerdevanî qebû nekiribûn 2 caran gundê wan hatibû şewitandin. Di sala 1994'an de carekê gundê wan hat şewitandin û koçî Mêrsînê kirin. Welatiyê bi navê Mehmet Selîm îpek (50) diyar kir ku ji ber wan cih û war li Mêrdînê bi dest nexist piştî 10 sal şûnde vegeriyan gundê xwe yê şewitî û wiha got: "Dema em vegeriyan gund, dewlete disa xwest em bibin ceredvan. Dema me cerdevanî qebûl nekir, leşkeran malên me dan ber axir û xaniyên me şewitandin. Em neçar man ku dîsa ji gundê xe koç bikin. Dewletê di sala 90'an de zilm li me kir. Em rehet bernedan. Dewletê îşkene li me kir. Em niha dîsa li gundê xwe vegeriyan, lê her der wêran bûye û talan bûye. Gund û malên me tev wêran bûne û bûne xerabe."


'Darek li ser koka wê nehiştin'

Welatiyê bi navê Alaattîn Alatag jî anî ziman ku leşkerên dewletê di sala 1994'an de gundê wan û malê wan tev şewitandin û ji ber xanî û gundê wan hat şewitandin neçar man ku ji gundê xwe bar bikin.
Alaattin Aladag (47), da zanîn ku piştî leşkeran gundê wan şewitand neçar man ku gundê xwe vala bikin û koçî metrepolên rojava bikin. Aladag, destnîşan kir ku wan ji koçî Wanê kirin û wiha got: "Min li gel malbata xwe di sala 1994'an de ji gund koçî wanê kir. 12 salan em li Wanê man. Di sala 2006'an de em dîsa vegeriyan gund. Dewletê dîsa neheqî li me kir. Wê demê gundê me şewitand û piştre neheqî li me kir. Niha gundê me tev wêran bûye. Berê nêzî 50-60 malbat li gund hebûn. Lê niha em tenê 10-15 malbat li gund vegriyane. Hemû gund şewitandin. Darek jî li ser koka wê nehiştin. Hemû zeviyên me wêran bûn. Me hemû sewalên xwe firotin."

'Dewletê pir zilm li me kir'

Welatiya 85 salî Kudret Çiftçî jî anî ziman ku wan ji ber zilma dewletê koç kir û wiha got: "Leşker hatin gund u bi zorê xwestin em bibin cerdevan. Lê ji ber ku em nebûn cerdevan xanî û gundê me şewitandin. Gelek zilm li me kirin. Dewletê wê demê em perişan kirin. Zarokên me hatin girtin. Pişti ku xaniyên me hatin şewitandin, me ji koç kir."
Welatiya bi navê Munevver Îpek (45) jî heman tişt got. Îpek, da zanîn ku ji ber wan cerdevanî qebûl nekir rastî zilma dewletê hatin. Îpek,. da zanîn ku wan Koçî Mêrsînê kir û rojê bi 10-15 TL yan heta êvaran di nava karên giran de xebitin û wiha got: "Em niha dîsa li gundê xwe vegeriyan û em gundê xwe ji nûv şên dikin." 

DÎHA/WAN