DAIŞ amadekariyan dike
Fermandaiya Giştî ya Tugaya Eniya El-Ekrad bi daxuyaniyekê diyar kir ku tugeyên ku li derdora Helebê ji aliyê bakur ve şer dikin, xwe ji eniyên şer ên li hember DAIŞ’ê vekişandin û hemû çek û cebilxaneya xwe radestî DAIŞ’ê kirin. Daxuyaniyê diyar kir ku tu piştgirî naghêje komên çekdar ên li aliyê bakurê Helebê şer dikin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ji raya giştî re eşkere dikin ku hemû komên ku berê xwe dan bakurê Helebê ji bo li hember pêşvehatinên DAIŞ’ê bisekinin ji herêmê vekişiyan û çek û cebilxaneya xwe radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin. Hemû piştgiriya ku ji wan re hatibû ji bo li hember DAIŞ’ê şer bikin, bi rengekî ne ber bi çav ketin destê çeteyên DAIŞ’ê.” Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ê riya berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya welatiyê herêmê û şoreşgerên rasteqîn re bidomînin.”
ANHA/KOBANÊ