YPG’ê  ragihand ku gundewarên Til Temirê ji çeteyan hatiye paqijkirin û li Serêkaniyê jî 3 çete hatin kuştin.YPG’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir  ku li sînorên rojavayê Kantona Cizîrê şerê ku di navbera hêzên wan û komên çeteyan de pêkhatiye berdewam dikin.

YPG’ê di daxuyaniyê de anî ziman ku hezên wan pêr şev Nêzîkî gundê Menacîr ê giredayî Til Temir  operasyonek lidar xistin. Di encama operasyonê de gundê  Ennabiya Sudan ku 7 kîlometre dikeve başûr rojavayê gundê Menacirê hat rizgar kirin û di encama vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên ceteyan nehatiye zelalkirin.

Daxuyaniya YPG’ê wiha devam kir:  “Pêr şev çeteyên DAIŞ’ê li hemberî gundê Mişko yê giredayî Serêkaniyê êrîşek lidar xistin. Piştî pevçunên dirêj û dijwar êrîşa çeteyan hate şikandin. Di pevçunên hatine jiyankirin de qasî hatiye zelalkirin 3 endamên çeteyan hatin kuştin. Li vir hêzên me tevî termêkî çeteyan dest danîn ser 2 kilêş, yek BKC, 2 gulleyên roketavêja B7 û hinek cebilxaneyên çekên cûrbecûr.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN