Rojnameya Ozgur Gundemê di 16’ê Tebaxê de beyî ku teblîgatek jê re bê şandin polîsan bi ser de girtibûn û xebatkarên wê bi derbkirinê hatibûn binçavkirin. Gerînendeyê giştî yê rojnameyê Zana Kaya û midûrê karê nivîsê Înan Kizilkaya hatibûn girtin.


Piştgiriyek watedar

Piştgiriyek ji bo rojnameyê ji girtiyên jin ên girtîgeha Mêrdînê hat. Di nav de edîtora JINHA’yê Zehra Dogan jî heye girtiyên jin yên girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê rojnameya ‘Ozgur Gundem Zindan’ derxistin. Rojname di 12’ê Îlonê de bi manşeta ‘Girtiyên siyasî ji bo Ocalan di berxwedana zindanê de ne’ 8 rupelî derket. Surmanşeta wê jî ‘Li gorî dewletê ji Nêsibînê bûyîn sûc e’ bû. Hemû nûçe bi destan hatine nivîsin û ji rûpelên wekê jin, polîtîka, rojev, çand û huner û ekolojî û rupela Kurdî pêk hat.

Hemû nûçe ji bûyerên rastîn hatine girtin û her wiha roportajên ji girtiyên jin ên der barê , zextên li ser jinan, binpêkirinên di bin çavan de de cih girtin. Di rûpela çandê de kursên wêne û sazê cih girtin. Di ekolojiyê de jî têkildarî nebat û jiyana ekolojîk de nûçe cih girtin. Her wiha nivîsên Nûdem Durak, Roj Çem Partîzan, Merge Polat, Oznur Deger û Diljîn Dînç jî cih girtin. 


 MÊRDÎN