Siyasetvanên navdar ên Elman Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi gunehê şer û gunehê li dijî mirovahiyê gunehbar dikin. Giliyê xwe jî hem li dijî Erdogan û li dijî siyasetvanên din ên Tirk birin ber destê Dozgerê Giştî yê Federal ê Elman.

Gilî li ser navê parlemanterên federal û yîn eyaletan, parêzvanên mafê mirovan, navdaran û Zanyaran giliyê serokkomarê Tirkiyeyê, siyasetvanine din û rayedarên Tirk hat kirin. Gunehbarî jî ev e: Gunehî şer û gunehê li dijî mirovahiyê li deverên Kurdan ên li Başûrrojhilatê Tirkiyeyê. Ev gilî wê li gorî qanûna ceza ya navneteweyî ya Elmanyayê îro biçe ber destê Dozgerê Giştî yê Federal ê Elman ê li bajarê Karlsruhe.

Parêzer Britta Eder û Petra Dervishaj wê gilî radest bikin û wan ji televizyona dewletê ya fermî a Elman ARD´ê re got, “muwekilên me ji bo xwe weke erkeke exlaqî dibînin ku giliyê gunehê şer ê li Tirkiyeyê li vir li Komara Federal a Elmanyayê bikin.” 

Parêzer bi bîr dixin ku prensîpa edaleta dinyayî ya qanûna ceza ya navneteweyî ya Elman destûrê dide vî giliyî, lewma “armanca vê prensîpê ew e ku bêcezamana gunehê şer û gunehê li dijî mirovahiyê asteng bike; ji ber vê jî mekanê sûc negirîng e”.


Giliyê eskeran jî tê kirin

Di nava destekkarên vî giliyî de parlemnaterên federal yên partiya Çep Ulla Jelpke û Andrej Hunko jî hene.

Ji bilî Erdogan, li dijî birek rayedarên siyasî û eskerî jî ev gilî tê kirin û di nava van rayedaran de serokwezîrê berê yê Tirk Ahmet Davutoglu, wezîrê karê derve yê berê Efkan Ala, û berpirs û rayedarên artêş û polîsan jî hene.

Gilîker di gilînameya xwe ya qederê 200 rûpelî de bi awaykî şênber behsa gunehê şer ê li herêmên Kurdan dikin û navçeya Şirnexê Cizîr jî giraniya vî giliyê pêk tîne.

Qetilkirina 21 sivîlan li Cizîrê bi belgeyan cihê xwe di gilînameyê de digire, wekî din qetilkirina 178 kesan ku pirraniya wan jî sivîl in, di jêrzemînan de b awayekî hovane hatine qetilkirin. 


Mafê destnedanê yê bêsînor

Beriya niha jî, sala 2011´an li Elmanyayê siyasetvanan giliyê Erdogan kiribû ji ber gunehê şer; lê belê Erdogan hingê serokwezîrê Tirkiyeyê bû û Dozgerê Giştî yê Federal ê Elman bi hinceta mafê destnedanê yê bêsînor ê Erdogan heye, ev gilî neşopandibû. 


 BERLÎN