Nivîskar û rojnameger Rêşad Sorgul pirtûka xwe ya şeşan bi navê “Gurxenêq” li nav refên Kurdî zêde kir. Pirtûk ji çar çîrokan pêk tê. Çîroka navê wê li pirtûkê hatiye danîn “Gurxenêq” çîrokeke dirêj e û di heman demê de mijara wê aktuel e. Di çîrokê de mijar zordestiya dewleta Tirk e.
Çîrokên din ên bi navê “Destavêtin”, “Gulê” û “Qurbanko” kiniktir in, lê ji aliyê mijarê ve weke destekên stûnê çîroka sereke temam dikin. Sorgul bi taybetî îşaret bi girîngiya çîroka Gurxenêq kir û got: “Min xwest bi vê çîrokê hem şêweyekî nû biceribînim, hem jî min xwest li hemberî van êrîşên çavsorane deriyekî zêhnî û çareseriyekê bibînim. Ji ber ku hêza Kurdistaniyan têra xwe heye sed carî van êrîşan bişkînin.” Hêja ye ku em bi bîr bixin, Sorgul bi tecrûbeya xwe ya salan a dûblajê bi dehan berhem bi deng xwendine û li ser tevna înternetê belav kiriye.
BRUKSEL