Hêzên YPG´ê li dijî çeteyên Tirkiyeyê û yên DAIŞ´ê li Efrîn, Şehba, bejahiya Helebê û Şedadê serketî li ber xwe dide û êrişan dişkîne. Li aliyê din şervanên QSD´ê ji bo misogerkirina mizgîniya rizgariyê bidin xelkê Reqayê, vekirina rêyan ji bo sivîlan û dorgirtina li başûrê bajêr jî dewam dikin.

YPG`ê destnîşan kir ku di encama bersivdayîn û çalakiyên hêzên wan li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê de, 10 çete  hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. 

Navenda Raghandinê ya YPG`ê têkildarî êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Rojava, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YPG`ê diyar kir ku êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di bin fermandariya artêşa Tirk de li dijê Rojava dewam dikin. YPG`ê got, Li Efrînê hêzên wan bersiv dan êrîşên çeteyan û li Kobanê jî liv û tevgera hewayî dewam dikin. Her wiha YPG`ê destnîşan kir ku hêzên wan êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li dijî Şedadê, şikandine.

YPG´ê da zanîn ku 18´ê Hezîranê 14 çeteyên DAIŞ’ê yên xwekuj piştî nîvê şevê saet 01:30’an de li bajarê Şedadê êrişî xalên YPG, Asayîş û nexweşxaneyê kirine. Êrişkarên întîharîdi encama berxwedana xurt a şervanên YPG´ê de hatin şikandin. Di encama şerê rû dayî de heta saetên sibêh 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 2 çete jî sax ketin destê YPG´ê. YPG´ê da zanîn ku di vê berxwedana mezin de 4 şervanên wan û şervanekî QSD´ê jiyana xwe ji dest daye.

Dor li Reqa tê girtin 

Çeteyên DAIŞ´ê li navenda Reqayê û hawîrdora wê jî her diçe derbên girantir ji şervanên QSD´ê dixwin. Li nava bajêr, şervan rêyên rizgariyê ji sivîlan re vedikin, êrişên çeteyan pûç dikin û tunelên wan xira dikin. Çete jî di rewşa heyî de rêbazên cihê û ne insanî bi kar tînin ji bo ku aqûbeta xwe ya bi temamî şikestinê dereng bixin.

Lê belê li aliyê Başûrê çemê Firêt jî piştî doh rizgarkirina gundên Şêx el-Cimal û Kesret Ferac, hindik maye bi temamî dor li Reqayê bê girtin û tevahiya rêyên îkmalê bêtin qutkirin. Li vê herêmê heger gundê Kesret Efan jî bête rizgarkirin, ti rêyên ku ji Reqayê derbikevin derve ji bo çeteyan dê nemînin. 

Çete zarokan rehîn digirin

Çeteyên DAIŞ′ê li bajarê Reqayê zarokan digirin, û wan wekî rehîne û mertalên zindî li dijî pêşveçûna şervanên QSD′ê bi kar tînin. Çete zarokan bi darê zorê digirin, destûr nadin ku ji bajêr derkevin, da ku wan ji xwe re wekî mertalên zindî bi kar bînin.

Ev yek di wê demê de ku şervanên QSD′ê korîdorên bi ewle ber bi herêmên rizgarkirî ve vekdikin da ku bi hezaran welatiyên sivîl rizgar bikin, pêk hat.

Ev zêdeyî hefteyekê ye ku li bajarê Reqayê şerekî dijwar rû dide û pêşveçûna şervanan didome.

Çavkaniyekê ji hundirê bajêr da zanîn ku çeteyan hejmarek zarok û jin li gel xwe girtine, da ku ji bajêr dernekevin û pêşveçûna şervanan asteng bikin.

Tunela çeteyan hat bêkêrkirin

Şervanên QSDʹê pêşveçûna xwe ya li bajêr dîsa jî didomînin. Şervanan li taxa Qadisiyê tunela çeteyan rûxand. Di vê navberê de li taxê şerekî dijwar di navbera şervanên QSDʹê û çeteyan de dema ku ev nûçe dihat amadekirin rû dida.

Çeteyan êrişî nuqteyên Hêzên QSDʹê yên li taxê kir, êriş bi riya tunela ku taxa Qadisyê bi 2 taxên din ve girêdide, pêk anîn. Şervanan êrîş şikand û tunela çeteyan jî ruxand.

Tunela ku çeteyan tê re êriş pêk dianîn, 2 metreyan fireh û 3 metreyan jî kûr bû.

Çeteyên DAIŞʹê di nava taxên Reqqayê de bi dehan tunel kolandine, di riya wan tunelan re êrişî nuqteyên şervanan ên li taxên rizgarkirî dikin. 


NAVENDA NÛÇEYAN