Çalakiya Greva Birçîbûnê ya hevseroka KCD´ê ya girtî, li dijî tecrîdkirina Ocalan di roja 12´an de ye. Doh çalakiyên piştgiriya bi Guven re li Amedê hatin qedexekirin. Kurdan peyama ‘qedexeyên we serê we bixwin’ da dewleta Tirk.
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem de ye. Piştgiriya ji bo çalakiya Guven roj bi roj zêde dibe. Rêxistina HDP’ê ya Amedê û ya Edeneyê ji bo piştgiryê bide Guven, di navbera 17-18’ê mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.
Walîtiya Amedê jî çalakiyên ji bo piştgiriya Guven qedexe kir. Siyasetvanên Kurd got, ew qedexeya walîtiyê qebûl nakin.
Qedexeyên we serê we bixwin
Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî ji bo piştgiriyê bide Leyla Guvenê xwest li ber Girtîgeha Tipa E ya Amedê çalakiyê bike. Lê beriya çalakiyê Walîtiya Amedê bi lez û bez der barê çalakiyên ji bo Leyla Guven de biryara qedexeya çalakiyan da. Koma HDP’yî ji aliyê polîsên Tirk ên dor li avahiya HDP’ê ya bajêr girtî ve hate astengkirin û di nava komê de Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, parlamenter Salîha Aydenîz, Dersîm Dag, Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari, Tûma Çelîk, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn û Hevserokên DBP’ê ya Amedê Îbrahîm Çîçek û Naşîde Toprak jî hene.
Di navbera wekîlên HDP’yî û polîsên Tirk de bû xirecir. Wekîlên HDP’yî bi biryardarî xwest ji benda polîsan derbas bibin, lê polîsan bi mertalên xwe pêşî li wan girt. Wekîlên HDP’yî di nava dorpêçê de daxuyanî da çapemeniyê. Salîha Aydenîz daxuyanî da. Aydenîz got, pêşî li mafên wan ên demokratîk tê girtin û wiha peyivî: “Em wekîlên partiyekê ne ku 6 milyon deng stendine. Lê polîs pêşiyê li me digirin. Ev yek sûcekî eşkere ye. Bêyî ku li ber xwe bikevin, radibin qala qanûn, hiqûq û destûra bingehîn dikin.”
Walîtiya Amedê tirsiya
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyanikê biryara Walîtiya Tirk şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku greva birçîbûnê ya hevseroka wan Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye roja 11’an (îro 12 e) û got, “Hevseroka me Leyla Guven bi rêya greva birçîbûnê bang li wijdanê civaka neteweyî û navneteweyî kiriye. Em pê bawer in ku raya giştî ya demokratîk wê bersiveke xurt bide vî dengî û wê daxwazên Hevseroka me weke daxwazên xwe bi dengekî bilind bîne ziman.”
Siyasetmedarên jin ên Amedê jî xwedî çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derketin.
Daxwazên mafdar in
Endama Dîwana Hevseroka KCD’ê Mekiye Guzel, bal kişand ser çalakiya Guven û got, “Daxwazên Guven daxwazên mafdar in. Ev daxwaz ne tenê daxwazên Guven, daxwazên tevahiya gelan in.”
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remzîye Tosun jî, got, “Em piştgiriyê didin biryara Guven ji ber ku biryareke bi rûmet e. Ji bo piştgiriya Guven Rêxistina me ya HDP’a Amedê wê di rojên Şemî û Yekşemê de çalakiya grava birçîbûnê pêk bike. Em bang li hemû welatiyên xwe dikin ku beşdarî çalakiyê bibin.”
Greva Birçîbûnê ya li Edenyê jî ji bo piştgiriya bi Leyla Guven re wê li avahiya HDP’a Edeneyê pêk bê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî wê beşdarî çalakiyê bibe. Rêxistina HDP’a Edeneyê banga beşdariya çalakiyê li hemû saziyên demokratîk û welatiyan kir.
MA/AMED