Musteşarê Wezîrê Karên Hundir, Stephan Mayer hem dibêje, di nava sê mehan de 120 xwepêşandan hatine kirin, hem jî îdîa dike ku ji bilî nûçeyên di çapemeniyê de tên weşandin, agahiya wan ji tiştekî din nîne.
Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek deverên dinyayê dewam dikin, li asta krîtîk in. Lê belê CPT a ku şopandina êşkenceya tecrîdê ya li Îmraliyê wezîfeya wê ye û dewletên sereke yên Yekîtiya Ewrûpayê xwe li bêdengiyê danîne.
Ji bo Hikûmeta Federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel, helwêsta xwe ya li ser grevên birçîbûnê eşkere bike, Partiya Çep hefteya bihurî mijar careke din xistibû rojeva Meclîsa Federal. Parlamentera Partiya Çep, Gokay Akbûlût ev her du pirs ji hikûmetê kiribûn:
“Bi hikûmeta federal re agahî heye li ser wê yekê ka welatiyên Elman an jî kesên li Elmanyayê xwedî mafê mayinê, tevlî çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan bûne yan na?
Li ser çalakî û xwepêşandanên ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê û bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan li Elmanyayê, agahiyeke çawa bi hikûmeta federal re heye? Gelo hikûmeta federal texmîn dike ka rojên bê di çalakiyên greva birçîbûnê de çi biqewime?”
Hikûmeta bersivsosret
Bi navê hikûmeta Merkelê, Musteşarê Wezîrê Karên Hundir, Stephan Mayer bersiv da pirsan. Mayer bal kişand ser grevên birçîbûnê û got, “Ji bilî agahiyên di çapemeniyê de, hikûmeta federal ne xwedî agahiyeke cuda ye.” Di bersiva nivîskî de, musteşar Mayer ji bo pirsa duyemîn dibêje, “Li Elmanyayê ji 7’ê Mijdara 2018’an heta 15’ê Sibata 2019’an bi mijarên ‘Greva birçîbûnê / Azadî ji Ocalan re’ 120 xwepêşandan hatine lidarxistin.”
BERLÎN