Navên heywaninan bi rastî li wan tên. Kîvroşk a ku jê re kergu(h) tê gotin ji van heywanan e; lê gava ku mirov cinsekî kerguyê yê Emerîkî dibîne, ji mirov we ye, Kurdan pêşî ew cureyê kîvroşkan dîtiye û nav lê kiriye. Ev kerguya hanê ji 457 heywanên guhandar e ku sîtema ekolojîk a Bakurê Emerîkayê ji xwe re kirine mal. Jê re ilmî tê gotin, "Lepus californicus". Lê anavê wê yê li nav xelkê di rewacê de her "jackrabbit" e Ev navê hanê jî ji nivîskar Mark Twain mîras e. Gava ku wî ev kîvroşk dîtine, di pirtûka xwe ya maceraya western a sala 1872´yan de weke "jackass rabbit" (kerguya ehmeq) behsa wan kiriye. Ev nav jî paşê kin bûye û bûye jackrabbit. Ev jî cureyê jackrabbitan ê "terîreş" e. Axir li deverên Kurdistanê ku ji kerguyan re kîvroşk yan jî kîroşk dibêjin, bi ya min bê vir de û wê de, mirov dikare navê vî cûreyî weke kergu(h) hilde.

 

LOS ANGELES