Me gelek caran nivisî, Yek; ne kapasîta têgihîştina AKPyiyan, ne jî nêrîna wan a cihanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hele kêşeyeke wek kêşeya Kurd destdayî ye. Dema mirov li îcraatên wanên van deh salan dinêre bi hêsanî dibîne ku dest avêtine çi pirsgirekê; xebitîne ku bi takiyeyê yan wan pirsgirekan bifetisîne, yan jî li pey demekê bide ji bîrkirin. Ya duyem; dewletê ji bo bi dîn û îman gel xapandin û bi mejî ve tevizandinê serkarî da destê wan. Ya sêyem jî ew bû ku şerê li Kurdistana bakur, ji nava sînorên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye, derxîne. Dema li Surî tevlihevî derket, wan jî ev wek firsend dîtin, li aliyekê di mijara çareseriyê de takiya kir, li aliyê din jî ji bo eniyeke şer li derê sînor li dij Kurdan veke, DIAŞ derxist pêş û bi her awayî piştgirî dayê. Êrişên li ser Maxmur, Şengal, Kerkuk û Kobanî ne êrişên ji rêzê yan jî ji bo avakirina dewleteke îslamî ne. Rasterast li ser fermana Serkarên AKPê pêkhatine. Ango wan bi xwe ev plankirine. Ma DAIŞ bê Kurdan êrişê kî dike?
Dînê xelkê yan jî îdeolojiya xelkê (di rastiyê de dînê dijminan) yê li ser xwîn û xezeba kuştin û hinciqandina me Kurdan wek pîroziyên xwedayî em gêj kirine. Kî ji nava wan radibe, çeka Quranê enfalê li ser me bikartîne. Mirov dibêje qey Xwedê Kurd wek goriyên hestê wehşetê yê îslaman têrandinê afirandiye. Felaketa li pêş me, yan jî ev felaketa ku hovên mîna DAIŞ'ê jî dikane beşeke Kurdan bikarbîne, berhemê vê derengketin, perçebûna mejî, bi mît û mîtolojiyên xwedayî yên li ser bingehê vir û derewan hatine afirandin sergêjkirina me ye. Hêvî dikim ku êdî di vê rewşê de her kes rastiyê bibîne, daku em bikanin vê gotina „Ha ket, ha bikeve!” wekî bendê stuyê Saddam têxin stuyê Erdogan jî.
‘’Ha ket, ha bikeve!”
Ev gotina dîkdatorê Tirkiyê Erdogan e. Wî ji bo Kobanî ev gotin ji devê xwe revand. Wî li Dîlokê ev daxwaza dilê xwe, yan jî li gor soza ji DAIŞ'ê standî rewş û niyeta xwe deşîfre kir. Ew êdî ketiye nava psikolojiyeke wisa psîkopat, carna tew nizane, ka çi ji devê wî derdikeve. Lê wê ew dema ku ew jî wek rayedaren Sirbîstanê li dadgeha Lahey wek tewanbarekî şer were dadgehkirin were. Ango ev gotin herê zêde rewşa Erdokan zelal dike. Ne Kobanî ew “ha ket, ha bikeve” defika dadgeha Lahey. Ew îdîayên Erdogan bi pîsikolojiya tewanbarî dibêje jî, kes cidî nagire û rasterast wek şamarê li rûçikên Erdogan didin. Wek mînak: Edîtorê La Monde gelek bi zelalî nivisî: “Serokkomar Erdogan got: Daiş çi be, PKK ejî ew e! Ev ne rast e, şaş e.”