Hevserokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hakki Boltan diyar kir ku ew minetdarê şehîdên wek Akdemîr in û wiha got: “Em ê jî heta dawî şopdarên wan bin û xebata wan a pîroz nedin windakirin. Dê her roj kesên wekî Hafiz zêde bibin.” 

Rojnamevanan wêneyê Akdemîr bi qerenfîl re birin kolana ku lê hatibû qetilkirin û ji bo Akdemîr û hemû şehîdên çapemeniyê rêz girtin. Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hakki Boltan axivî û diyar kir ku 24 sal berê xwestin di kesayetiya Akdemîr de çapemeniya azad û dengê rastiyê bêdeng bikin, lê her ku çû çanda çapemeniya azad berdewam kir. 


Boltan anî ziman ku di salên Akdemîr hate qetilkirin de nûçeyên rast tenê li Kurdistanê dihatin çêkirin, lê niha bi berxwedana kesên wek Akdemîr ev çanda rastiyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye.  

Boltan wiha pêde çû: “Ev berxwedan ji bo Tirkiye yê û cîhanê bû mînak. Em minetdarê şehîdên wek Hafiz in û em ê jî heya dawî şopdarê wan bin û xebata wan a pîroz nedin windakirin. Dê her roj kesên wekî Hafiz zêde bibin.” 
Piştî daxuyaniyê rojnamegeran wêneyê Akdemîr danîn cihê ku lê hatibû qetilkirin û wêne wî bi qurnefîlan ve hat pêçan. Kujerên Akdemîr 8 sal veşartî man û di 2000’an de kesên ku Akdemîr qetilkirîn diyar bûn û di 2011’an de hatin berdan.


 DÎHA/AMED