Li Hannoverê çalakî ji aliyê Ciwanên Azad, YXK, IL, Korn, YDG, Nav-Dem Hannover, Meclisa Jinê ya Ronahî û gelek saziyên demokratîk ve hat organîzekirin. Bi qasî 200 kes beşdarî çalakiya bîranînê bûn. Di çalakiyê de ji bo bîranîna Dener axaftin hat kirin, belavok hatin belavkirin û soza mezinkirina têkoşîna wî hat dayîn.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Ciwanê Kurd Halîm Dener, ku di 30’ê Hezîrana 1994’an de dema afîşa ERNK’ê dadiliqand ji aliyê polîsê Elman ve hat qetilkirin, li bajarê Elmanya Hambûrgê bi mîtîngekê hat bîranîn. Mîtîng li ber avahiya Rote Flora pêk hat û wêneyekî mezin ê Halîm Dener ku dema hat qetilkirin 16 salî bû, bi dîwêr ve hat zeliqandin. Qisekeran dan xuyakirin, ku di çîroka jiyana kurt a Dener de pirsgirêkên Kurdan ê hê nehatine çareserkirin hene û xwestin, komkujiyên li Kurdistanê bên qedandin, qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê were rakirin. 

Halîm Dener di êvara 30’ê Hezîrana 1994’an de, dema afîşa ERNK’ê dadiliqand, ji guleya polîsekî Elman ve hat qetilkirin. Dener ê di sala 1977’an de li Kurdistanê ji dayik bû, beriya bê Elmanyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû binçavkirin, di binê çavan de îşkence lê hatibû kirin û gundê wî hatibû şewitandin. 


 HANNOVER/HAMBÛRG