Beriya bîranînê li Navenda Çandê ya Pavîlîlon a Hannover panelek pêk hat. Şaredarê berê yê Hannover Herbert Schmalstieg, Parlamentera Partiya Keskan a Niedersachsen Sonîa Hamburg, nûnerên kampanyaya Halîm Dener û NAV-DEM, serokê beşa malî û nîzamê ya Paytexta Eyaletê ya Niedersachsen Dr. Marc Hansmann tevlî panelê bûn.
Nûnerê NAV-DEM’ê di axaftina xwe ya panelê de bal kişand ser polîtîkayên zextê yên Halîm Dener kir penaber û got: “B Ji ber bi Tirkiyeyê re hevkariya wê ya stratejîk û aborî hebû. Çav li neheqiyên ku ji bo Kurdan rewa dihatin dîtin digirtin. ”
Nûnerê kampanyaya Halîm Dener jî, der barê kampanyayê de agahî da diyar kir ku tevî li ser qetilkirina Halîm Dener 21 sal derbas bûye jî helwesta bi guman a di darizandina fail de derketiye holê hê didome.
Şaredarê berê yê Bajarê Mezin Hannover Herbert Schmalstieg jî anî ziman ku ji dema li Tirkiyeyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re muzakereyan destpê kir, qedexeya li hember PKK’ê ya li Elmanyayê wateya xwe winda kiriye û ji bo rakirina qedexeyê divê siyaset bê kirin.
Dr. Marc Hansmann jî da xuyakirin ku di mijara rakirina qedexeya li hember PKK’ê de tevlî Schmalstieg dibe û pêwîst e di herêman de ev qedexe ber bi nermbûnê ve biçe.
Piştî panelê komeke qerebalix ber bi qada Dener lê hatibû qetilkirin meşiya, kulîlk danîn û find pêxistin.
HANNOVER