DBŞT, li bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê malovanî ji gelek komên şanoyê re kir û her dawî, piştî 1’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê, bi berhema Antigone ya Sophokles a ku weke trajediya Yewnan kevnar tê nasîn ve Beşdarî 18’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Stenbolê bû.
Lîstokvanên DBŞT, di 11-17’ê pûşerê (hezîran) de bi Commedia Dell’Arte ya Şanoya Gel a Îtalî û promiyeriya “Xulamê Du Xwediyan” a ku beşdarî 1’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bû ve, dê dest bi geşt û gera ber bi Silêmaniyê ve bike.
DBŞT, niha jî dest bi amadekirina şanoya “Şahiya Xwînê” ya nivîskarê Spanî Fderico Garcia Lorca kir. DBŞT, dê di navbera sala 2012-2013 de bi ji rejîsorên Teather Ander Ruhr a Almanyayê Ferhat Keskin re bixebite.
Rêveberê Giştî yê Şanoya Rastê derhênerê ji Amedê Celîl Toksoz dê lîstokê bi rê ve bibe. Ji bo nîşandana Hamlet a bi Kurdî, li Amesterdamê 8 salon hatin girtin. Lîstik, wê bi stranên dengbêjî ve derbikeve ser dikê. 

ANF/AMED