Kurdistaniyên li Elmanyayê îsal li bajarê Hannoverê Newroz veguhernadin çalakiya navendî ya li dijî êrîş û qetlîamên dewleta Tirk. Bi vê jî wan berxwedana li Bakur pîroz kir. Li bajêr qederê 70 hezar kesî ji bo pîrozbahiya Newrozê li hev kom bûn.
Kurdên danê sibehê ji bajarên weke Munîx, Koln, Berlîn, Frankfûrt, Stûtgart û Hambûrgê bi otobusan hatin bajarê Hannoverê, li Am Waterloopplatzê kom bûn. Saet 10.30’an ber bi navenda bajêr dest bi meşê kirin, piştî meşa du saetan dîsa hatin meydanê û li vir dest bi bernameya çalakiya Newrozê kir.
Li ser dikê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalah, her weha Sêvê Demîr, Mehmet Tûnç û şehîdên Newrozê hatin daliqandin. Li ser dikê wekî din meşaleya Newrozê hat pêxistin. LI meydanê jî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Tolhildan”, “Bijî Berxwedana Cizîr, Sûr û Silopiya” û “Bimire AKP” hatin gotin.
Partiya Çep a Elman, YNK, Goran, ABDEM, Yekîtiya Hêzan, Partiya Komunîst a Elman, KNK, tevgerên çep ên Tirkiyeyî, her wiha Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Parlamenterê berê ya HDP’ê Demîr Çelîk û gelek siyasetmedar tevlî çalakiyê bûn.
Berxwedana azadiyê li Kurdistanê
Bernameya Newrozê ya bi gotina sirûda Ey Raqîp destpê kir, bi axaftinên hevserokên NAV-DEM’ê Fatoş Goksungur û Yuksel Koç dewam kir. Hevserokan cejna Newrozê ya gelê Kurd pîroz kir, got: “Îro li Kurdistanê berxwedana azadiyê mezin dibe. Em Kurdên li Ewropa jî em ê bi ruhê Mehmet Tûnçan bersivê bidin vê berxwedanê. Em ê têkoşîna xwe bi ruhê serhildanê mezin bikin.”
'Em federasyon û berxwedanê silav dikin'
Hevserokê KNK’ê Rêbar Reşîd federasyona li Rojava hatiye îlankirin û li Bakurê Kurdistanê berxwedana xwerêberiyan silav kir.
Li ser navê ABDEM’ê Şafak Arabaci jî berxwedana jinên Kurd a li Kurdistanê silav kir, got: “Îro berxwedan li Bakurê Kurdistanê bi agirê Newrozê geş dibe. Li Nisêbîn, Sûr û Geverê bilind dibe.”
'Divê pêvajo dîsa dest pê bike'
Şaredarê Hannoverê Stefan Schostok jî peyamek şand pîrozbahiyê û di peyamê de Newroza gelê Kurd pîroz kir û got: “Ji bo aştî, xwişk û biratiyê ez hêvî dikim ku pêvajoya çareseriyê ji nû ve dest pê bike.”
HANNOVER
Li seranserê Ewrûpa agirê Newrozê
Li bajarê Swîsre Zurîxê, li bajarê Belçîka Liegeê, li bajarê Franse Marignanê û li bajarê Danîmarka Odense dawiya hefteyê agirê Newrozê hatin dadan.
Li bajarê Swîsre Zurîxê cejna Newrozê bi meşeke girseyî ya ji aliyê DEM-KURD’ê ve organîzekirî, hat pîrozkirin.
Kurdistanî û dostên wan, ji bo çalakiya Newrozê li Helvetîa Platzê civiyan û bi meşaleyan û pankarta bi nivîsa “Newroz pîroz be” meşiyan.
Tevî pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk gelek komên çep ên Swîsreyî jî destek dan meşê. Piştî meşê mîtîngek hat lidarxistin.
Nûnerên DEM-KURD, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û siyasetmedarê Sîsreyêı Adrea Staûfacher axivîn. Di axaftinan de bal hat kişandin ser girîngiya têkoşîn û piştgiriyê û ragihandina Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin.
Newroz li Lîege û Marîgnanê hat pîrozkirin
Li bajarê Belçîka Liegeê, Newroz bi şevekê hat pîrozkirin. Ji fermandaren YPJ’ê Nesrîn Abdullah li şevê peyivî û got, “Ez hemû hevalên li çar parçeyên Kurdistanê şehîd ketî bi rêzdarî bibîr tînim.” Abdullah da xuyakirin, ku Newroza 2016’an Newroza azadiyê ye û divê her kes bi vê zanibe. Abdullah got, “Bila cîhan zanibe, ku êdî Kurd xwedî tevgereke xurt in ku dikare çarenûsa xwe bi xwe diyar bike”.
Hevseroka Meclîsa Gel a Liegeê Nadîre Aslan jî got, “Em hevrêyên wan hevalan in ku li Cizîr, Sûrê şehîd ketine. Em ê her tim li ser şopa Sêvêyan, Pakîzeyan, Mehmet Tûnçan bin.”
Kurdistaniyên li bajarê Fransa Marsîlyayê dijîn, Newroza xwe bi çalakiyekê pîroz kirin. Pîrozbahiya li navenda Marîgnaneyê, li meydana Camîlle Desmoûlîns ku weke ‘Kurdistana Biçûk’ tê naskirin, pêk hat. Di axaftinên li vir de berxwedana Şirnex, Nisêbîn û Geverê ya li hemberî zilma dewleta Tirk hat silavkirin.
Bernameya çalakiyan li Danîmarka
Hevserokatiya Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Danîmarkayê, bernameya çalakiyên Newrozê yên li Danîmarkayê eşkere kir. Li gorî vê îro li Horsens; Sønderbro Kulturhus, Lindvigsvej 4, 8700 Horsensê şeva Newrozê heye û li Parlamena Danîmarkayê resepsiyona Newrozê heye. 26’ê Adarê jî li navnîşana København; Albertslund Musikteatret, Bibliotekstorvet 1-3, 2620 Albertslund Newroz tê pîrozkirin.
Li bajarê Odense yê Danîmarka jî pîrozbahiyên Newrozê yên bi şeveke girseyî ya li bajarê Odense destpê kir. Endamê KNK´ê Adem Ûzûn di axaftina xwe ya li vir de destnîşan kir ku Federasyona Rojavayê Kurdistanê, li hemberî civînên ev 6 sal in tên lidarxistin û proje û çareseriyek e li hemberî şer û proje weke projeya çareseriyê bi nav kir. Ûzûn bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir da ku ala berxwedanê bi dirûşma Mehmet Tûnç a “Li pêşberî dijmin me serî netewand, em teslîm nebûn, bi me serbilind bin” mezin bike.
NAVENDA NÛÇEYAN