Li bajarê Elmanyayê Hannoverê, li dijî faşîzmê meşek hat organîzekirin. 

Li bajêr kongreya partiya nijadperest AfD´ê ji aliyê zêdeyî 10 hezar kesî ve hat şermezarkirin. Dijberên şer, bi banga Însiyatîfa Antî-faşîst li cihekî nêzî Navenda Kongreyê ya Hannoverê civiyan ku kongreya AfD´ê lê dihate lidarxistin. Girseyê polîtîkayên AfD'ê şermezar kirin û li dijî faşîzmê bal kişand ser edaleta civakî û sosyalîzmê.

Tevî Hannoverê ji bajarên Hamburg, Bremen, Salzgitter, Celle û Hildesheimê jî mirov beşdarî meşê bûn.


Qedexekirina PKK´ê şermezar kirin

Kurdistanî jî li ser banga NAV-DEM'ê tevlî meşê bûn, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Erdogan kujer e", "Terorîst Tirkiye", "Bijî piştgiriya navneteweyî", "Na ji qedexekirin PKK'ê re" gotin û posterên Ocalan û alên YPG'ê hildan.

Di dema çalakiyê de belavoka NAV-DEM'ê hat xwendin. Di belavokê de bal hate kişandinî ser zordariya dewleta Elman, û qedexekirina al û sembolên Kurdan hat şermezarkirin. 


HANNOVER