Hilberînerê sînemayê Harvey Weinstein ji ber destavêtinê û sûcên din ên êrişkariya cinsî wê li Los Anglesê derkeve pêşberî dadger; lê dema dadgehê hîna diyar nebûye. Axir, beriya rûniştina dozê, dozgerê dozê da zanîn ku wan hin sûcên din jî li îdîanameyê zede kirine; ev sûc jî yên destavêtinê ne. Ji ber dozeke li New Yorkê lê vebûbû, li Weinstein 23 sal cezayê hepsê hatibû birrîn û ew niha di hepsê de ye. Herçî doza li Los Anglesê ye, dozger delîlên sûcekî 11’ê Gulana 2010’an a li Hotela Beverly Hillsê û delîlên êrişên wî yên cinsî û destavêtinên sala 2013’an jî dozger li îdînameya xwe zêde kirin û pêşkêşî dadgehê kirin. Dozger got, ew çiqas sûcên Weintein ên din tesbît bike, ew ê lê avê venexwe û li îdîanameyê zêde bike. Dozger ji bo dozê her wiha xwest Weinsteinê niha di hepsê de bidin dest meqamên Los Anglesê, lê ji ber krîza koronayê nayê zanîn ka ev ê kengî biqewime. Bi kampanyaya Me Too derketibû holê ku hilberînerê sînemayê Harvey Weinstein dest avêtiye gelek jinan û di nava van de aktrîst jî hene. LOS ANGLES