Ji bo her gelî, hin tirs, hin nirx û xalên divê bi her awayî werin parastin, hin kertên ku divê neyên paşgohkirin hene, wek mafên xwezayî. Her gel dixwaze ku xwedane hin bingehan be (mafê xwezayî jî di nav de), ev tiştekî normal e.

Lê li Tirkiyê; wek li ser bingehên qels û xwînîn ji jor ve avakirina neteweyeke sunî, bi salan e ku li ser bingehê nijadperestî û rijandina xwîna gelen hin kend û bendên wisa hatine danîn, di her leq û hejandinê de ev dikanin ji hev biqetin. Bi gotineke kurt mafên gelan yê xwezayî ji destên wan hatiye sitandin, ev neheqiya dagirkerî jî, wek tirsa ji hev bela vela bûyînê li giyana wan bi awayê hestyarî yan jî hasasiyetê dane rûniştin. Her roj bi çîrokên ha qetiya, ha ji hev pizirî. Na em cûda ne! Şertê me û yên welatên din naşibin hev! Em ê wekî Yugosilavyayê, paramparçe bin û hin tirsên din…
Ji ber vê egerê jî, gava mirov behsa mafên gelan yê xwezayî dike, ew vê wek parçebûn û ji hev ketina netewperestiya bi serê lûleya tifingê bi hev ve hatiye kelijandin, têdigihîje. Heta kêliya mirov behsa demokratîzekirinê jî dike, ev tirsa bêbava ji vê neheqî û bingehên wan ên qels tê, xwe diguhezîne hasasiyetê û li pêş dibe kelem.
Ev sed sal in ku leşkeriya xwedawendê vê netew û dewletê, hemû serkarî û partiyan bîrdoza xwe û polîtîka xwe li ser vê bingehê meşindine. Êdî mirovên wisa kor ên bi nijadperestî hetine fetisandin afirandine ku mirov dibêje qey civakek ji hirç û gorîlayan afirandine, kêliya kesekî li çavên wan binêre, ew wekî van ajalan êriş dikin û dibêjin; „te çima li çavên me nêrî“.
Niha jî tu rê li ber wan nemaye, divê ew di mijareya çareserkirina kêşeya Kurd û Kurdistanê de hin gavan bavêjin, li aliyekê ji vê bingehê xwe û têkçûna xwe ditirsin, li aliyê din nizanin ku çavên hatine korkirin bi çi awayî cardin vekin! Her çendî hinek ziman guhertibin û piçek gemên polîsên êrişkar kişandibin jî, ditirsin. Çawa ku bibêjin; „Ji her tiştî re erê, lê li ber çavên bala giştî, bila bend di destê me de xuya bike!“
Ev komên qaşo di bin navê Mirovên Hişmend (akil insanlar) de ji bo her heft herêmên erdnigariya Tirkiyê hatine avakirin jî, wer xuyaye ku ji ber vê tirsê hatiye avakirin, daku bikanin wê birîna xwe ya nijadperestî piçek bitevizînin! Yan jî wê nijadperestiyê piçek bişkênin ku reyên serkariyê wenda nebe! Wer xuyaye AKP li hemberên politîka hin partiyên nijaderest ên Tirkên sipî, yan jî gewrên bi qirêj di nava dudiliyan de ye, dixwaze bandora wan jî piçek bişkêne.
Tiştê ku em Kurd û cihan ji „Mirovên Hişmendî“ têdigîhîjin, tiştekî din e. Ango em li benda komeke, bikane ku hemû neheqiyan derxe, di navbera hêzên dagirker û hêzên Tevgera Azadî de roleke dadwerî û çavdêriyê bilîze, bûn. Lê ev serkarî/dewlet bi netewa xwe ya afrîndek ve hê negihîştiyê wê kemilandinê. Divê berê ew giyana wan a nexweş bi awayek ne asayî were tedawî kirin.
Divê ev jî neyê ji bîrkirinku hasasiyetên netewa Kurd û kêmaran jî hene. Hemû mafên xwezayî wek; mafên kolektîfî, birêkxistinî û perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê xwe parastinê, mafê jiyana aborî, mafê xwedî li siberoja xwe derketinê hasasiyetên me yên bingehîn in. Dîsa ji bo me jiyana her gerîla/ şerwanê me û rêberiya gelê me, mafên gelê me yên li parçeyên din ên Kurdistanê hasasiyetên bingehîn in. Divê ew ên ku ji mirovan ev hirç û gorîla afirandine vê bizanin û ji hasasiyetên me re jî rêz bigirin.
Hin pêşveçûnên bi gûman jî hene. Wek çekdarkirina hin cerdewanên nû, nerawestandinan operasyonên leşkerî, cih bi cîh girtina siyasetmedaran, di parlamentoyê de ne standina biryarên ji bo çareseriyê.
Lema divê gelê Kurd yekpare hê ji berê bêtir bi hasasiyet li mafê xwe, li pêvajoyê xwedî derkeve, bi her awayî di zanista pêvajoyê de be. Divê mirov vê jî ji bîr meke ku dek û dolabên osmanî û xeta Abdulhemîtên xiniz ya di siya sentêza Tirk-islam da dimeşe, tim li pey sextekarî, takiyekirinê, alavêre û dalavêre ye, dixebite ku dolaban li ser serê me biçerixîne. Lema jî divê em bi yekîtî, hişyarî, hişmedî û rikeke dilpolayî di her gavên pêvajoyê de  ji her awa tekoşînê re amade bin û rê nedin zexeliyên wan.