Talabanî daxuyaniyek da televîzyonek ya Iraqê ragihand ku, ji ber sedema cezayê darvekirinê dane Tarik Haşimî li gorî madeya 90’mîn ya Qanûna Cezayê Iraqê, ji peywira alîkartiya serokomartiyê ketiye. Talabanî diyarkir ku, li gorî Qanûna Cezayê Iraqê, dema dadgehê di derbarê kesekê de biryarek wisan da ev îşaretî ketina peywira kes dike û got; “Ji ber biryara ku dadgehê di derbarê Birêz Haşimî jî dayî de Birêz Haşimî ji peywira alîkartiya serokomariyê ketiye.”
Talabanî destnîşan kir ku, rayeyek wisan ya wî tuneye ku alîkartiya serokomariyê diyar bike, ew tenê dikare alîkarê serokomar yê ji aliyê parlementoyê ve tê hilbijratin pesend bike.”
BEXDA