Akadimiya Şehîd Zagros a perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya Hêza HAT a Asayîşa Rojava, dewreya perwedeyê ya 3`yemîn li Kantona Efrînê ya herêma Fedral a Efrînê bi dawî kir.

Dewreya 3`yemîn a Hêza HAT ku bi navê “Dewreya Şehîd Simko” 4 mehan berê hatibû destpêkirin, pêr bi merasîmekê li Akadimiya Şehîd Zagros a Kantona Efrînê bi dawî bû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre gelek axaftin ji aliyê Serokê Desteya Hundirîn a Kantona Efrînê Hesen Bîrem, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantonê Hêvî Mistefa û endamên Rêvebeberiya Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Xelîl, hatin kirin. Di axaftinan de dewreya şehîd Simko li hemû beşdaran û gelê Katnonê hate pîrozkirin û hate gotin ku pêwîst e dewre werin xurtkirin da şervan di parastina Bakurê Sûriyê de xwedî hêzeke mezin bin.

Di axaftinan de her wiha hate destnîşankirin ku di vê demê de amadekirina dewreyên bi vî rengî dê xwedî bandoreke mezin e. Piştî axaftin bi dawî bûn, şervanên ku tevlî perwedeyê bûne, merasîma leşkerî li dar xistin û merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû. 


 EFRÎN