
Di sedsala 21’emîn de taybetiyên civaka xwezayî her diçe winda dibe û mirov li bajaran heps dibin. Lê koçer li mehên havînê li zozanan taybetiyên civaka xwezayî dijîn. Koçerên li zozanan gelek pêdiviyên xwe bi cih tînin bêyî ku derkevin derveyî jiyana xwezayî, jiyana xwe didomînin. Koçerên ku bi hatina biharê li Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê dijîn piştî ku hewa germ dibe berê xwe didin zozanên hênik ên Serhedê. Tiştên xwe davêjin pişt hestirên xwe û bi hezaran pezên xwe diçin zozanên Wan, Bedlî, Mûş û Agiriyê. Koçerên ku ji Sêrtê derketin rê û li zozana Karîkanê ya navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bi cih bûne li vir çandiniya organîk jî pêdiviyên xwe bi cih tînin.
Koçer êdî tenê pez xwedî nakin
Koçerên Sêrtê yên ku li zozana Karikanê bi cih bûne êdî ji bilî sewalkariyê çandiniya organîk û mêşvaniyê jî dikin. Koçer van zozanan ji bo 6 mehan bi 40 hezar TL’î kirê dikin. Ji koçeran Zahîr Yalmaç diyar kir ku ew nikarin havînê li Sêrtê sewalên xwe xwedî bikin û ji ber vê yekê jî cihên hênik tercih dikin û her sal diçin zozanên Bedlîs, Mûş, Wan û Agiriyê. Yalmaç anî ziman ku aw tên vê derê 6 mehan dimînin û biharê nêzî 16 malbat bi 5 hezar sewalan hatine li Karikanê bi cih bûne. Yalmaç got ku ew biharê hatine û li vir îsot, balîcan, fasûlî, hiyar, fringî û pivaz çandine û bi hevre zeviyan diçînin. Yalmaç da zanîn ku koçer tenê penêr, şîr û mast çênakin û sebse diçînin û mêşvaniyê dikin.
Ji koçeran Abdulcelîl Koç jî diyar kir ku ew cara yekem e ku dema ku çandiniyê dikin bi awayeke xwezayî sebzeyan diçînin ango çandiniya organîk dikin. Koç bilêv kir ku di salên 90’an de gundên wan hatiye valakirin û îsal ew hatine vir û ev der weke zozan bi kar anîne, heke xwediyên eraziyan destûrê bidin wan dê li vir bimînin û ji nû ve înşa bikin.
Vecnettîn Yalmaç jî got ku gelek kesên zozanan bi hevre kewarên meşan anîne û ji ber ku şînahî pir e hingivê vê derê jî baş e. Ji koçeran jina bi navê Fatma Koiç jî diyar kir ku ew ji bo sewalkariyê hatine, penêr û şîr hildiberînin û bi vî rengî debara xwe dikin. Fatma Koç destnîşan kir ku ew ê heta rojiyê li vir bimînin u pêviyên xwe bi cih bînin. Koç spasî xwezayê kir.
SALÎH SERTKAL - DÎHA/BEDLÎS